Ozgur Tarhanî yê Teknîkera Anestezî Ayşe Karaman kuşt hat berdan 2020-05-04 14:16:28 ENQERE - Ozgur Tarhanî yê ku teknîkera anestezî Ayşe Karaman bi rêya damarê îlaç dayê û qetilkir, li gel rapora ATK'ê dîsa serbest hat berdan.  Bijîşkê Pispor Ozgur Tarhanî li Dîkmen a Enqereyê di 29'ê Tîrmeha 2019'an de teknîkera anestezî Ayşe Karaman bi rêya damarê îlaç dayê û qetil kir. Kujerê Ayşe Karaman Dr. Tzgür Tarhan li gel rapora ATK'ê serbest hat berdan. Danişîna 4’emîn a  Tarhanî ku bi sucdariya "Bi zanebûn û plan qetilkir" dihat darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Malbat û parêzerên Ayşe Karaman tev li danişînê bûn. Kujer Ozgur Tarhan  jî bi hinceta vîrusa corona bi rêya SEGBİS'ê tev li danişînê bû. Heyetê di danişîna berê de rapora ATK'ê xwestibû. Di rapora ATK'ê ku hat amadekirin de hat diyar kirin ku Karaman bi maddeya anestezik jiyana xwe ji dest da ye û Anestezide îlaca ku xebar bê bikaranîn dibe sedema mirinê. Li gorî Wezareta tenduristiyê îlac li dermanfiroşan nayê firotin. Tenê rêxistinên tenduristiyê dikarin bidin. Lê heyeta dadgehê li gel rapora  ATK'ê dîsa kujerê Ayşe Karaman berdan. Piştî biryara berdanê danişîna dozê taloqî 6'ê Tîrmehê kirin.