Bi tena serê xwe çalakî li dar xist 2020-05-04 16:09:15   DERSIM – Welatiyek bi tena serê xwe di salvegera Komkujiya Dersimê de li ber Peykerê Seyîd Riza çalaki li dar xist û got: “Komkujiya li Dersimê çi be komkujiya Helebçe, Xerzan, Başûr û Agirî jî ew e.”   Welatiyê bi navê Cem Vazo bi boneya salvegera Komkujiya Dersimê li ber Peykerê Seyîd Riza ala Kurdistanê vekir û bi tena serê xwe çalakî li dar xist. Vazo destnîşan kir ku êşa komkujiyê hêj teze ye û wiha got: “Ev komkujiyek qirkirinê ye. Êşên li Dersimê hêj didomin. Komkujiya li Dersimê çi be komkujiya Helebçe, Xerzan, Başûr û Agirî jî ew e. Heftiyek berê ji ber ku zarokek kurd bû hat kuştin. Em vê roja reş lanet dikin. Ez ala Kurdistanê li ser kurdên li Kurdistanê û hemû dinyayê bi peykerê pîrê xwe Seyîd Riza ve datînim.” Vazo piştî van gotinan dawî li çalakiya xwe anî.