Heyeta HDP’ê Gokçek ziyaret kir: Em Îbrahîm bidin jiyandin 2020-05-04 16:10:36   STENBOL - Heyeta HDP'ê Endamê Grup Yorum Îbralîm Gokçek ê 322 rojin ji bo karibin azad bistrên û konseran bidin ketiye rojiya mirinê, ziyaret kir. Endamên heyeta HDP'ê li vir bang li rayeyedaran kirin û gotin: “Êdî em saetan dijmêrin. Divê rayedar bi lez biryarê bidin. Divê em Îbrahîm bidin jiyandin."      Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji parlamenterên HDP'ê Serpil Kemalbay, Musa Piroglu, Murat Çepnî û Hevseroka  HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut pêk dihat Endamê Grup Yorum Îbralîm Gokçek ê 322 rojin ji bo karibin azad bistrên û konseran bidin ketiye rojiya mirinê, ziyaret kir. Heyetê li Mala Berxwedanê ya Sariyer ku Gokçek lê çalakiya xwe berdewam dike Gokçek ziyaret kirin. Piştî ziyaretê Parlamentera HDP'ê ya  Îzmirê Serpil Kemalbay li vir daxuyanî da û wiha got: "Îbrahîm Gokçek 322 rojin di rojiya mirinê de ye. Tenduristiya Îbrahim Gokçek pir xerab e. Em naxwazin civak êşek din bijî. Me nekaribû Hêlin Bolek û Mustafa Koçak bidin jiyandin. Lê em dixwazin Îbrahim Gokçek bidin jiyandin. Em dixwazin rayedar bi lez daxwazên çalakgeran pêk bînin û dem nemaye."    Li gel Îbrahîm Gokçek Hêlîn Bolek jî bi heman armancê ketibû rojiya mirinê  û Bolek di roja 288'an a çalakiyê de jiyana xwe ji dest dabû. Dîsa Mustafa Koçak ji ji bo darizandinek bi edalet û edaletê ketibû rojiya mirinê û di roja 297'an de jiyanaxwe ji dest dabû.