Li Îzmirê vîrûsa Covît-19 gihişt 466 xizmetkarên tenduristiyê 2020-05-04 16:27:07   ÎZMÎR - Odeya Tabîban a Îzmîrê têkildarî xizmetkarên tenduristiyê yên bi şewba Covît-19 ketine agahî dan. Odeyê anî ziman ku li Îzmirê heta niha vîrusa Covît-19 gihiştiye 466 xizmetkarên tenduristiyê.    Odeya Tabîban a Îzmirê têkildarî vîrûsa corona (Covid-19) û xizmetkarên tenduristiyê yên bi vê şewbê ketine daxuyanî da. Odeyê anî ziman ku heta niha 147 jê hekîm, 2 hekîmê diranan, 146 hemşîre, 85 personel, 16 sekreteren tibbî, 24 teknisyen, 30 karmend, 6 dermanfiroş, 2 psikolog, 5 ewlekarê tenduristiyê 1 ajokar, 2 endezyar bi giştî 466 xizmetkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsê ketin.