ROJEVA 5'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-05 09:00:02 * PDK'ê ku 45 roj in bi hinceta qontrola Corona Vîrûs li Zînê Wertê noqteya lêgerînê daniye, lê heta niha tu tedbîrên vîrûsê negirtiye.  * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku ji bo hevdîtina telefonê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk hat got, bi rêbaza "tecrîdê" hatiye kirin û got: "Divê heyeteke tenduristiyê ya ser bi xwe biçe û lêkolînan bike."    * Xemê Kara ya ji ber zext û zilma eskeran di sala 1994'an de ji Bajaroka Sêgirkê ya Şirnexê koçî Mexmûrê kir, rêwitî, tundî û zilma ku lê hatiye kirin û têkoşîna li dijî vê yekê ya 26 salan vegot. Kara piştî di sala 1998'an de li Mexmûrê bi cih bûn, niha jî 10 meh in di bin ambargoya PDK'ê de dijîn.    *  Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) Prof. Dr. Pinar Saîp ku got "Heya pêkhatî nebin sifir wê talûke bidome" got, ji bo li Stenbola ku tê gotin "Wûhana Tirkiyeyê ye" ji bo dîmen baş bê dîtin divê herêmên pîlot bên hilbijartin û li gor wê xebat bên kirin.    * Endamên berê yên Grûp Yorûmê Hîlmî Yarayici û Serdar Keskîn, ji bo Îbrahîm Gokçek ku 323 roj in di rojiya mirinê de ye bang kirin. Yaryici, diyar kir ku gunehê herî mezin ê mirinê bêedaletî û gunehê herî erzan ê mirinê jî bêdengî ye û xwest ku bêyî ku dereng bikeve ji bo Gokçek gav bên avêtin.   * Hevseroka HDP'a Mêrsînê Gulbahar Şofer, anî ziman ku li bajêr piştevaniya 200 malbatî kirine û got, her ku piştevanî mezin dibe pêdiviyên gelek malbatên din jî peyda dibin.    * Waniyan anî ziman ku maskeyên bêheq bi dest wan nakevin û gotin: "Em diçin kîjan dermanxaneyê em dest vala vedigerin." Her wiha dermangeran jî got: "Me dev ji kar û barê xwe berdaye, ketine pêyî maskeyan."    * Li Silopiyayê wesayîtên ku tên Parka TIR'an, di bin navê "bexşê" de 5 TL ji wan tê stendin. Tê gotin ev pere ji bo ku ji qulûba sporê re bê şandin tê stendin. Lê belê rêveberiyên qulûbê diyar kir ku perê hatiye birîn negihaye wan û pirsa aqûbeta perê tê berhevkirin kirin.    * Sadiye Dûrman bal kişand ser bergiriyên li dijî vîrûsa koronayê û diyar kir ku pewîstiya xwe ya nan ji tendûrê dibersivînin û xwe ji temasê rizgar dikin.   * Gulistan Dokû ya ku li Dersîmê xwendekara Zanîngehê bû 123 roja agahî jê nayên girtin. Xwîşka wê Aygul Dokû diyar kir ku xebata lêgerînê ya bi pergal ku ji bo çawişê pispor Yilmaz Guneş hatî kirin bila ji bo Gulistanê jî were kirin.   * Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mûrat Melet diyar kir ku divê dewama hevdîtina telefonê ya li gel Ocalan dewam bike û pêkanîna hevdîtina li dozgeriyê jî wek “desteserkirina maf” nirxand.   * Komeleya Lêkolînên Kurdî ji ber vîrûsa koronayê li ser înternetê dersa kurdî ya onlîne daye destpêkirin û dersê wan rastî eleqeyek mezin tê.   * Pisporê Tenduristiya Ruh Rodin Agaoglu, diyar kir ku di rewşen ji xeynî pevajoya Vîrusa Coronayê de mirov nikare qala tenduristiyek hevpar a ruh bike û wiha got: "Geşedanên ku li welat pêş dikevin, ji bo hin kesan dibe êşek mezin, lê ev êş dibe sedema serkeftina hin kesên din."   * Pêşketinên derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) wê bên şopandin.    * Berdevkê Mafê Hiqûq û Mirovî yê HDP'ê Umît Dede, dê derbarê rewşa girtîgehan û pêşnûmeya înfazê de daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)   * Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, wê têkildarî rojevên heyî, li Meclîsê civîn çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * An-Yakayder, bi armanca bertekê nîşanî êrîşên li dijî goran bide, wê li avahiya komeleya xwe ya li Aksarayê civîna çepmeniyê pêk bîne. (13.00)    * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, wê rapora xwe ya 3 mehan a derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herema Marmarayê hatin jiyîn de li ser hesabê xwe yê medya civakî ji raya giştî re aşkere bike. (13.30)