26 salan bi koçberî, zilm, zext, tundî û dorpêçê derbas kir 2020-05-05 09:11:02 ŞIRNEX - Xemê Kara ya ji ber zext û zilma eskeran di sala 1994'an de ji Bajaroka Sêgirkê ya Şirnexê koçî Mexmûrê kir, rêwitî, tundî û zilma ku lê hatiye kirin û têkoşîna li dijî vê yekê ya 26 salan vegot. Kara piştî di sala 1998'an de li Mexmûrê bi cih bûn, niha jî 10 meh in di bin ambargoya PDK'ê de dijîn.  Di salen 1990’an de TSK'ê ji welatiyên herêmê xwestin bibin cerdevan. Gundên ku nebûn cerdevan bi zora eskeran hatin valakirin û piştre hatin şewitandin. Di salên 1990'an heta 2000 hêzî 4 hezar gund hatin valakirin û şewitanin. Bi milyonan Kurd ji cih û warên xwe koçber bûn. Bi sed hezaran kurd çûn Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Wan û Amedê bi cih bûn. Bi hezaran Kurdên Şirnexê ji berê xwe dan Herêma Federe ya Kurdistanê û ketin rêwîtiyek dûr û dirêj. Girseya ku gundên wan hatin şewitandin û berê xwe dan Herêma Federe ya Kurdistanê rastî hezar zor û zahmetiyan hatin. Bi hezaran welatiyên ji gundên Şirnexê koç kirin piştî koçberiyek dûr û dirêj herî dawî li Kampa Penaberan a Mexmûrêku 100 kilometre dûrî Hewlerê bicih bûn. Niha nêzi 12 hezar welatiyên Şirnex û Colemêrgê koç kiribûn, nêzî 22 salin li Wargeha Mexmûrê dijîn. Kampa penaberan ji sala 1998'an ve di bin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de tê parastin. Lê li gel vê yekê heta niha gelek caran rastî êrişan hatiye.    Kamp heta niha gelek caran rastî êrîşên TSK'ê hatin. Niha jî ji 17'ê Tîrmeha 2019'an heta niha nêzî 10 meh in di bin dorpêç û ambargoya PDK'ê de ye. Li gel şewba vîrûsa corona jî dîsa ambargo li ser kampê didomin û welatiyên kampê nikarin pêdiviyên xwe yên ji bo parastina li dijî vîrûsê temîn bikin. Bi taybetî di aliyê zexîre û malzemeyên tenduristiyê de nihakir  pêdiviyên xwe temîn bikin. Li gel ambargo u dorpêça li ser kampê jî TSK êrîşên xwe yên li ser kampê diomine. Herî dawî TSK'ê bi SÎHA di 15'ê Nîsanê de kamp bombe kir û di bombebaranê de 3 jinan jiyanaxwe ji dest dan.    Yek ji Welatiya Wargeha Penaberan a Kampa Mexmûrê Xemê Kara (55), qala dorpeç, ambargo û serpêhatiyên xwe yên 26 salan kir. Kara diyar kir ku wan di sala 1990'an de ji bajaroka Sêgirgê ya Qilebana Şirnexê koç kirin û wiha got: "Pişti me ji Sêgirkê koç kir em hatin li kampa Heftanînê bi chi bûn, piştre em derbasî kampên Bihêrê, Bisêwê, Diwêv, Etruş, Ninova (Neda) bûn. Herî dawî em hatin li Kampa Mahmurê bi cih bûn. Ji ber ku em nebûn cerdevan em kamp bi kamp geriyan û em 6 caran koçber bûn. Heta niha em li 6 kampan geriyan. Di sala 1988'an de bolukek eske hatin gund û em ji malên me derxistin. Li gund kamp ava kirin. Pişti zilma eskeran em di sala 1993'an de derketin zozanan. Piştî em derketin zozanan dîsa eskeran li zozanan dest bi operasyonê kirin. Di pêş eskeran de cerdevan hebûn. Esker hatin û çek li me kişandin. Eskeran wê demê dîsa xwestin em bibin cerdevan û heta 3 rojan dem ji me xwestin. Lê em nebûn cerdevan û me di nava 3 rojan de dîsa koç kir. Ez û 7 zarokên xwe me barê xwe li ser pişta du hespan kir û em ketin rêya koçberiyê. Gundê me pir xweş bû. Her der av bû. Dar û ber bû. Mirov ji bo seyranê dihatin gundê me. Ji ber zextan di nava 3 rojan de hemû gund vala kirin.    EM KAMP BI KAMP GERIYAN    Kara, diyar kir ku ewil li Kampa Heftanînê bi cih bûn û piştre balafirên şer ji hewa tişt avetin ser wan û neçar man ku dîsa ji wir koçber bikin û wiha axivî: "Em ji wir jî koçî Bihêrê bûn. Pişte em kamp bi kamp geriyan. Em ji ber zext û êrîşan li Zaxo ketin greva bircibunê. Piştî em weki penaber qebûl kirin me dest ji çalakiyê berda. Piştî çalakiyê em birin nava zeviyek genim a Kampa Bisivê.Di şeva ewil de nêzî mirovan dûpişk bi wan veda. Dema em çûn kampê havîn bû. Dîsa ambargo danîn ser me. Zexîre û pêdiviyên me nedan me. Di çileyê 1994'an de em ji wir derketin û me derbasî Diwêv bûn. Her ku em carekê koç bûn em rastî mexdûriyetên cuda hatin. Me bi hezar zor û zahmetî av û zexîre bi dest dixist. Em ji kampa diwêv derbasî kampa Etruşê bûn. Em nêzî 2 salan li vir man. Wê demê şerê bikakujiyê zêde bû. Em rastî tundiya PDK'ê hatin. Pêşmergeyên PDK'ê mal û milkên me talan kirin. Em ji wir jî derbasî kampa Ninova û herî dawî derbasi Mexmûrê bûn."    Kara, destnîşan kir ku koçberiyawan di sala 1994'an de dest pê  kir û di sala 1998'an li Mexmûrê bi dawî bû û wiha berdewam kir: "Niha jî nêzî 10 meh in em li Mexmûrê di bin dorpêçe de ne. Em nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî temîn bikin. Kesên nexweş nikain biçin nexweşxaneyê. Niha kesekî nexweşê nava nivisan e, du caran ew paşve vegerandin. Ambulansa ku nexweşan dibe Hewlerê di rêde paşve vedigerînin. Destûr nadin ku nexweşan jî bibin nexweşxaneya bajar. Ji ber dorpêçê zarok û gelek mirov mirin. Jinên ducanî dema çûn bajar li ser rê pave vegerandin. Ev yek li mirovan nayê kirin. Ev çawa sepandin e. Ger ku sibê vîrûs bigêje kampê em dê çi bikin. Ne derman neye, ne malzeme heye û ne alav û amûrê parastinê heye. Hemû rê li pêş me hatine girtin. hemû derfet hatine sînorkirin. Li gel vêyekê bêyi cudakariyê têxin nava jin, zarok, kal û pîran balafir kampê bombe dikin û mirovên me qetil dikin."    Kara, herî dawî anî ziman ku wê di van êrîş û zextên li ser wan tê meşandin de zarokên xwe, hevjînê xwe birayê xwe û pismamê xwe winda kir û wiha bi dawî kir: "Em rojê 20 caran dua dikin. Em dibêjin tiştê hatin serê me bila neyê serê ku kesên din. Ger ku em Kurd bibin yek ev tişt nayê serê me. Divê êdî Kurd bibin yek. Divê em tifaqa xwe xurt bikin."    MA / Omer Akın