Ji bo Stenbolê pêşniyara 'xebata pîlot' 2020-05-05 09:18:06 STENBOL - Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) Prof. Dr. Pinar Saîp ku got "Heya pêkhatî nebin sifir wê talûke bidome" got, ji bo li Stenbola ku tê gotin "Wûhana Tirkiyeyê ye" ji bo dîmen baş bê dîtin divê herêmên pîlot bên hilbijartin û li gor wê xebat bên kirin.  Li gor daneyên fermî li Tirkiyeyê hejmara nexweşên baş bûne, cara ewil hejmara nexweşên bi şewbê ne derbas kir. Heya niha 127 hezar û 659 kes bi şewbê ketine û 3 hezar û 461 kes jî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane. Li gor daneyên ku di Worldometeresê hatine parvekirin, di nav 193 welatan de Tirkiye di warê hejmara kesên bi şewbê ketine de di rêza 8'an de û di warê kesên ji be rşewbê jiyana xwe ji dest dane de jî di rêza 13'an de ye.    Her wiha li Tirkiyeyê yek ji bajarên herî zêde bi xetereyê re rû bi rû ye jî Stenbol e û Wezîrê Tenduristiyê ji bo Stenbolê gotibû "Wûhana Tirkiyeyê" û wan li Stenbolê şewb kontrol kiriye.    Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp, rewşa Stenbolê û rîska ku Stenbol pê re rû bi rû ye nirxand.    NEHATIYE KONTROLKIRIN    Saîp, diyar kir ku li Stenbolê serlêdana ji bo nexweşxaneyan, hejmara nexweşên li nexweşxaneyan û di beşên awarte de dimînin kêm bûye û got, ev jî bi taybetî bi saya xebatkarên tenduristiyê ku vê rewş baş organîze dikin û di vî warî de Bijîşkên Malbatan û Koordînasyonên Tenduristiyê yên Navçeyan jî baş tev geriyane.    Saîb, diyar kir ku bi vî awayî di têkoşîna li dijî şewbê de rewş hinekî baş bûye, lê belê ev yek nayê wateya ku hatiye kontrolkirin. Saîp, got: "Hê jî di warê hejmara nexweşên testênw an negatîf dertên û hejmara mirina van kesan de daneyên fermî li ber destê me tunene. Loma em nikarin li gor hejmaran biaxifin. Lê belê ew liv û tevgera rojêne wil kêm bûye. Ev jî ji ber ku kesên di ser 65 salî re di mal de ne û ji ber qedexeyên derketina derve yên ji bo 3-4 rojan tên îlankirin. Lê hê zûye em bêjin hatiye kontrolkirin."    TALÛKE DIDOME    Saîp, anî ziman ku niha nizanin wê ev pêvajo çawa be û got: "Lê divê em xwe bernedin. Divê ekîpmanên parastinê, tevdîrgirtin bi awayî rêk û pêk bidomin. Em nikarin ji nişkave vê pêvajoyê biguherînin. Heya weqa nebin sifir talûke didome. Li gor daneyên fermî hê jî di ser 2 hezarî re weqa hene. Loma ji bo gotina 'me kontrol kiriye' hê zû ye. Niha 7 hezar xebatkarên tenduristiyê enfekte ne. Heger roja şewb dest pê kir ji bo xebatkaran ekîpmanên parastinê bihatana peydakirin wê ne hejmara weqayan ne jî rêjeya mirinê ev qasî bûna."    XEBATA PÎLOT    Saîp, destnîşan kir ku niha li nexweşxaneyên Stenbolê pirsgirêkên pri mezin tunene, bi awayekî organîzeyî tev digerin û got, lê belê ji bo dîmena li bajêr baş bê dîtin divê li tax û kargehan xebateke pîlot bê destpêkirin. Saîp, anî ziman ku wê bi vî awayî bê hînbûyîn ku çend kes enfekte bûne an jî nexweş ketine û got: "Em tenê mudaxileyî kesên serî li nexweşxaneyan didin û kesên nêzî wan dikin. Lê ên serî li nexweşxaneyê nadin jî hene. Ji bo em dîmena giştî bibînin divê xebatên pîlot bên kirin. Helbet mirov nikare tevahiya civakê bike, lê divê hin herêmên pîlot bên hilbijartin û xebat bên kirin. Wê di dawiya vê xebatê de hin biryar bên girtin."    MA / Semra Tûran