Derdê welatiyan jî û derdê dermangeran jî maske ne 2020-05-05 09:19:21 WAN - Waniyan anî ziman ku maskeyên bêheq bi dest wan nakevin û gotin: "Em diçin kîjan dermanxaneyê em dest vala vedigerin." Her wiha dermangeran jî got: "Me dev ji kar û barê xwe berdaye, ketine pêyî maskeyan."  Piştî vîrûsa coronayê (Covîd-19) berbelav bû, firotina maskeyan hatibû qedexekirin û welatî bi koda ku Wezareta Tenduristiyê ji telefona wan re dişîne diçin ji dermanxaneyan bêheq maskeyan werdigirin. Lê belê gelek kes nikarin maskeyan peyda bikin. Li wanê jî welatiyên ku bi koda ku ji telefona wan re hatiye diçin dermanxaneyan lê belê maske bi dest wan nakeve.   Welatiyê bi navê Tûncer Bîlîcî, anî ziman ku maskeya niha pê re he rcara ku dertê derve dişo û cardin bi kar tîne û got: "Diçim kîjan dermanxaneyê destvala vedigerim. Dibêjin 'maske tuneye'. Êdî em nikarin bi peran jî maskeyan peyda bikin. An bila bi postê bişînin mala her kesî an jî bila têra her kesî maskeyan deynin dermanxaneyan. Dibêjin xwe biparêzin. Maskeyan bidin ku em xwe biparêzin."    Dermanger Reşat Nûrî Erdogan jî ddiyar kir ku welatiyên ku maskeyan werdigirin 3 roj şûnde dîsa tên werdigirin û got: "Roja me hemû bi maskeyan derbas dibe. Ev ji bo em pirsgirêk e. Heger maske bi pereyan bê firotin, bawer dikim wê tenê kesên pêdiviya wan pê heye werin. Bila bi fiyetekî pir erzan bê firotin. Beria pandemiyê me bi 50 qurişî difirot. Hin kes ji gundatn telefonî me dikin. Ji ber ku di ser 65 salî re ne nikarin derkevin derve. Ez jî dibêjim ka ez ê çawa maskeyan ji wan r ebişînim. Firotinq edexe ye. Rojê ehzar maske ji min re tê, lê demildest diqede. Ji ber vê rewşê em bi xetereyê re rû bi rû ne."    HEZAR MASKE DI SAETEKÊ DE DIQEDIN    Sekreterê Giştî yê Odeya Dermangeran a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Ersîn Kahraman jî anî ziman ku ji ber maskeyan di navbera welatî û dermangeran de rageşî çêdibe û got, her carê hezar maske tên dermanxaneyan lê ev hezar maske di saetekê de diqedin û got, ji ber maskeyan xeteraya ku pê re rû bi rû dimînin zêdetir dibe û xwest maske bi fiyetekî pir erzan bên firotin ku kesên tenê pêdiviya wan pê heye karibin bên.    Kahraman got: “Ê bi xeteray herî mezin re rû bi rû ne em in. Ji bo dermnagreke jî di deh rojan de 5 maske ne rast e. Divê ji bo dermnagerekî rojê 2-3 maske bin. Divê em dermanger jî xwe biparêzin. Ji xwe ekîpmana me ya parastinê pir kêm e. Bi ser de jî ji bo maskeyan rojê em û 200-300 mirovî dibin muxatab."    MA / Bariş Donmez