Rêvebirên qulûban: Perê li ser navê me tê komkirin li ku ye? 2020-05-05 09:20:02 ŞIRNEX - Li Silopiyayê wesayîtên ku tên Parka TIR'an, di bin navê "bexşê" de 5 TL ji wan tê stendin. Tê gotin ev pere ji bo ku ji qulûba sporê re bê şandin tê stendin. Lê belê rêveberiyên qulûbê diyar kir ku perê hatiye birîn negihaye wan û pirsa aqûbeta perê tê berhevkirin kirin.  Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, kîjan wesayît tê Parka TIR'an di bin navê "bexşê" de 5 TL ji wan tê stendin. Ev pere di bin navê "alîkariya qulûbên sporê" de tê berhevkirin ku Serokê Komeleya Piştgirî û Pêşvexistina Qulûbên Sporê yên Amator û Profesyonel Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Osman Gelîş e. Tê gotin ev alîkarî ji qulûbên sporê yên bajêr re tê şandin. Lê belê qulûbên sporê jî diyar kirin ku demeke dirêj e ji vê "bexşa" ku tê berhevkirin pere negihaye wan.    NADIN QULÛBÊN SPORÊ    Rêveber û anteronorê Silopî Beldiye Gençlîksporê Omer Şeflek, anî ziman ku tu alîkarî negihaştiye wan. Şeflek, diyar kir ku rewşa qulûba wan nebaş e û got: "Ev alîkarî nagihên me. Du caran dan, ew jî 5 hezar TL. Ji xeynî wê tu alîkarî nehatiye kirin."    Şeflek, diyar kir ku nikarin heqê werzîşvanên xwe, antorenor û şagirtên xwe bidin û got: "Antrenorên me yên rewşa wna nebaş hene. Em heya derekê dikarin werzîşvanan qaneh bikin. Hin fîrma hene heqê serwîsê dixwazin. Heqê xwarin û vexwarinê, heqê mayinê heye. Antrenorên me yên voleybol, basketbolê hene. Heger ev pere bi awayekî adil bê belavkirin wê kes mecdûr nebe."    NIKARIN DEBARA XWE BIKIN    Serokê Qulûba 1937 Îdlî Sporê Ekrem Şîmşek jî anî ziman ku 3 meh in tu alîkariya wan nehatiye kirin û got: "Bi zorê li se rpiya disekinin. Tu werzîşvana transfer dikî, xwarina wan, vexwarina wan, cihê mayînê... Ji bo vê tu diçî li deriyê walîtiyê, qeymeqamtiyê didî. Dibêjin 'pere ji were tê'. Lê belê ev perê tê berhevkirin ji xeynî qulûban hema bêje ji bo ehr tiştî tê bikaranîn. Bi vî awayî wê qulûbên amator bên girtin."    Rêvebirê Qulûba Cîre Serhat Sporê Îzzet Acet jî got: "Niha tu tehsîlat nayê kirin. Berê jî 2-3 mehan carekê dikirin. Heqê xebatkarên me, heqê serwîsan li me ye. Gava ev komele hat vekirin gotin wê alîkariya qulûban hemûyan bikin. Lê radibin tenê didin qulûbekê an jî du qulûban. Ev neheqî ye. Em dixwazin ev pere bi awayekî wekhev bê belavkirin. Em dizanin ev pere ji kê re tê şandin. Em her meh li bendê ne. Çimkî ev beşx ji bêrîka kesî nayê dayîn. Ajovanên me û gelê me yê herêmê dide."    Seorkê komeleyê Osman Gelîş jî parast ku ev pere ji hêla walîtiyê ve li tevahiya bajêr û navçeyan tê belavkirin û got: "Tu li Tirkiyeyê yî. Ma niha lîgên sporê mane. Em li gor kêfa dilê xw ebelav nakin. Heger tu rabî erebeya xw eli cihekî park bikî wê 10 TL'yan ji te bistînin. Em jî bi vî awayî alîkariya ciwanên xwe û astengdarên xwe dikin."    Gelîş, diyar kir ku niha tu xebateke qulûban tuneye û got: "Divê ji walî re bêjin. Em ê jî binirxînin. Lê niha sporê nakin. Haya her kesî ji her kesî heye. Ne hewce ye em hev bixapînin. Heger em nedin wan jî em ê bidin malbatên xizan. Em ê bidin astengdaran. Niha li Tirkiyeyê spor sekiniye. Cîhan sekiniye."    MA / Mujdat Can