Dersên kurdî yên onlîne rastî eleqeyê tên 2020-05-05 09:21:32 STENBOL – Komeleya Lêkolînên Kurdî ji ber vîrûsa koronayê li ser înternetê dersa kurdî ya onlîne daye destpêkirin û dersê wan rastî eleqeyek mezin tê. Komeleya Lêkolînên Kurdî ji adara 2017’an ve li Stenbolê vebûye. Ji roja ava bûye heta niha xebatên bêhempa yên zimanê kurdî birêve dibe û xebatên bêhempartir jî dike. Komele dersên zimanê kurdî bi zaravayên kurmancî, soranî û kirmanckî dersan dide xwendekar ango şagirtan. Komele her sal bi dehan mamosteyan têdigihîne. Ji ber vîrûsa koronayê ku dersên xwendekaran nîvco nemîne bi rêya înternetê dersa onlîne da destpêkirin. Ev demek kin e dest bi vê dersa onlîne hatiye kirin û li gorî rêveberên saziyê dibêjin eleqeya ji bo dersê zêde ye.   DI 24 SAETAN DE HEZAR KESÎ SERÎ LÊ DAYE   Ji mamosteyên Komeleyê Ozlem Kurt diyar kir ku ji ber şewbê însan neçarin li malê xwe bimînin, div ê deme de ji bo bikaranîna deme dersên onlîne yên kurdî dane destpêkirin û got: “Ji bo fêrkirina zimanê kurdî bi kampanyaya onlîne ji her aliyên cîhanê serî li me dan. Eleqeya ji bo kampanyayê bi ser bendemayîna me ket. Wisa bû ku di 24 saetan de hezar kesî serî li dersa onlîne da. Ji ber eleqeya zêde em neçar man lînka serlêdanê rakin. Lê belê yên dixwazin xwe qeyd bikin bi rêya maîl û peyamê xwe digihînin me.”   854 XWENDEKAR DERS DIBÎNIN   Kurt anî ziman ku ji bo fêrbûna zimanê kurdî eleqeyek wiha zêde wan kêfxweş kiriye û got: “Ji vê yekê jî tê fêmkirin ku gelê kurd, xwedî li zimanê xwe derdikeve û dixwaze fêr bibe û xwe li pêş bixe. Em ê jî wek komele çi ji destê me were em ê bikin. Kêmasiyên ji bo qeydan em ê di demên pêş de çareser bikin. Di encama serlêdana ji bo onlîne de niha 23 polên me hene. Di van polan de 854 xwendekar ders dibînin. Dersên kurmancî û kirmanckî wek 4-6 hefte hatine plansazkirin. Me di van dersan de dît ku ji sedî 90’ê xwendekaran bi kurdî dizanin û ji sedî 10’ê wê jî qet nizanin. Wê niha ev xizmeta me berdewam bike.”   YÊN BEŞDAR NABIN PAŞÊ TEMAŞE DIKIN   Ji perwerdekaran Rênas Yildiz jî destnîşan kir ku ew dersên xwe li gorî pirtûka “Hînker” a ji aliyê zimanzan Ronahî Onen û Samî Tan ve hatiye amadekirin didin û ew dersên xwe yên onlîne jî bi rêya sepanên wek Zoom û Skype didin. Yildiz diyar kir ku xwendekar di kêliya derse de xwendekar dikarin pirsan bikin û beşdar bibin û yên beşdarî dersê nabin jî pişt re dikarin lê temaşe bikin.   BANGA FÊRBÛNA ZIMANÊ KURDÎ   Yildiz bal kişand zextên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Mamosteyek me her tim digot ‘ziman beriya her tiştî tê.’ Dema ziman tune be, çand jî tune ye. Ji bo vê yekê ziman divê ji bo kurdan di cihek girîng de be. Jixwe dema mirov lê dinêre nirxên însanan yek bi yek di bin navê mêtîngeriyê de tên tunekirin. Dema em xwedî li zimanê xwe jî dernekevin, wê bimire û biçe. Ji ber vê yekê heta zimanê kurdî azad nebe û rizgar nebe, wê mêtinger lê bi metin. Loma di serî de em bang li ciwanên kurd û li hemû kurdan dikin ku xwedî li zimanê xwe derkevin û fêrî zimanê xwe bibin.”   MA / Mehmet Aslan