ATO: Dema pirsgirêk hebe bazirganiya rûpoşan nayê qebûlkirin 2020-05-05 10:33:51 ENQERE - Sekreterê  Giştî yê ATO'yê Ali Karakoç, diyar kir ku rûpoşên nû di aliyê qalîte de xerab in û wiha got: “Dema li welat pirsgirêka rûpoşan hebe, bazirganiya rûpoşan nayê qebûlkirin."  Li Tirkiyeyê her roj bi hezaran welatî bi şewba vîrûsa corona dikevin. Her roj zêdeyî 60 kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin. Li gor daneyên Wezir Fahrettîn Koca, di 24 saetên dawî de Hezar û 614 kesên din jî bi şewbê ketine û 64 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane. Li gor van daneyan heta niha 127 hezar û 659 kes bi vîrusê ketine û 3 hezar û 461 kes jî bi vîrûsê mirin.    Li gel ku şewb belav dibe jî hêj tedbirên li diji vîrûsê nehatien girtin. Hêj pirsgirêka rûpoşan berdewam dike. Hêj bi milyonan welatî bê rûpoş dijîn û maske negihiştiye milyonan kesan. Têkildarî mijara rûpoşan Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Enqereyê Alî Karakoç, diyar kir ku tenê rûpoş li dermanfiroşan bê belavkirin dê welatî pirsgirêka rûpoşan bijîn û wiha got: "Niha tenê rûpoş li ser dermanfiroşan tê belavkirin. Ger ku wisa bidome dê pirsgirêka rûpoşan bidome. Ji ber ku tenê li dermanfiroşan belavkirina rûpoşan têr nake. Hikûmetê got 'Dê rûpoş bê pere li welatiyan bê belavkirin' Lê vê yekê tenê li ser dermanfiroşan dike. TEB’ê daxuyanî da. Diyar kir ku heta niha rûpoş tenê gihiştiye 8 milyon mirovan. Li Tirkiyeyê 81 milyon mirov dijîn. Divê Maskematik li her derê bên avkirin û bi hêzanî karibin bigînin hemû welatiyan. Mînak mirovên 65  û jortiri 65 salî dê çawa xwe bigînin rûpoşan.    BAZIRGANIYA RÛPOŞAN NAYÊ QEBÛLKIRIN   Karakoç, xwest berî her tiştî bi lez pêdiviyên hemû welatiyan ê rûpoşê çareser bikin û heta ku pirsgirêka rûpoşan neyê çareserkirin bazirganiya rûpoşan nayê qebûlkirin û got: “Di rojên dijwar de bêyî ku li nijad, bawerî, reng û zimanê mirovan binerin divê alîkarî bê kirin. Ger ku hûn vê yekê ji bo bazirganî û firotinê bikin wê demê ev ne sincî û mirovî ye. Di pêvajoya piştevaniyê de dema pêdiviyên welatiyên we hebin û hûn rûpoşan bifiroşin dervê welat ev nayê qebûlkirin."    BÊ QALÎTE NE   Karakoç, herî dawî destnîşan kir ku rûpoşên tên belav kirin jî êdî bê qalîte û bê tenduristî ne û wiha got: "Edî rûpoşên zirav û transparan dikevin destê welatiyan. Van malzemeyan derdixin piyaseyê. Li her derê bi lez belav dikin. Kontrola kalîteye nayê kirin. Niha hikûmet gavên asayîbûnê davêje. Ji bo Enqereyê ez dibêjin. Niha li nexweşxaneyên Enqereyê gelek nexweşên vîrûsa corona nehe. Berê jî me gotibû tenê testa PCR pozitif nişan dide û bi raya giştî re parve dikin. Lê gelek nexweşên şewbê yên testa klinik û radyolojik jî hene. Lê ev nayên nîşandan. Em hêvdî dikin ku em bi pêlek din re rû bi rû nemînin. Em pir bi fikar in."