Îbrahîm Gokçek rojiya xwe ya mirinê bi dawî kir 2020-05-05 11:22:24 STENBOL - Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê 323 rojin di rojiya mirinê de, rojiya xwe bi dawî kir.    Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê 323 rojin di rojiya mirinê de, rojiya xwe bi dawî kir. Gokçek li Mala Berxwedanê ya li Kuçukarmûtlûyê daxuyanî da û diyar kir  ku rojiya xwe bi dawî kiriye. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Alî Şeker, Parlamenterê Partiya Karkêrn Tirkiyeyê  (TÎP) Bariş Atay, Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, Parlamenterê HDP’ê yê bere Ferhat Encu, hunermend Pinar Aydinlar û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    Gokçek piştî ragihand ku çalakiya xwe bi dawî kir, bi ambûlansê rakirin nexweşxanê.    Endamê Grûp Yorûmê Seher Adiguzel li vê derê axivî û wiha got: "Ligel hemû êrîşan jî me biryar daye ku em li ber xwe bidin. Endamekê me ji bo rakirina qedexeyên li ser konserên me di roja 288'emîn a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Îro stranên me qedexekirîne. Îbrahîm 323 rojin di rojiya mirinê deye û rewşa wî krîtîke. Berpirsiyarê vê jî desthilatdariye. Duh me biryarek girt. Berxwedana me gehişt serkeftinek siyasî. Me dengê xwe gehişt tevahiya cîhanê. Grûp Yorûm ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bû deng û ev serkeftina xwe qezenc kir. Em hevdîtinên erênî dikin. Niha hevalên me li Walîtiyê ne. Ji bo konserê serlêdan dikin. Em hêvî dikin ku bersiva êrênî ji bo wan bê dayîn. Ji ber vê Îbrahîm Gokçek navber da çalakiya xwe. Emê li vê derê şopdarê pêvajoyê bikin. Ji ber vê em li vê derê navberê didin vê berxwedana xwe."   ‘EM Ê ŞOPDARÊ DAXWAZANÊN WAN BIN'   Parêzera Grûp Yorûm Dîdem Baydar jî, dûre axivî û wiha bilêv kir: "Tu qezenc bê berxwedan nayin bi dest xistin. Di encama berxwedanê de, me serkeftin bi dest xist. Berxwedana Grûp Yorûm, li gel belav bû. Hevalên me, parlamenterên me li ber xwe dan û me li ber xwe da. Di encamê de em vê agajiya xweş didin we. Emê her tim şopdarê daxwazên wan bin."   KAYA YA HDP'Î: EM XWEDÎ VÊ BANGÊ DERDIKEVIN    Parlamentera HDP'ê Huda Kaya jî, diyar kir ku divê azadiya ramanê neyê asteng kirin û wiha got: "Îbrahîm vîna xwe danî holê. Em xwedî vê helwest û bangê derdikevin. Daxwaza wan a lidarxistin konseran, di heman demê de daxwazên me ne jî. Em li vê derê soz didin. Heya ku konser bên lidarxistin emê berpirsiyariyê bigirin ser xwe û şopdarê vê yekê bin."   Parlamenterê TÎP'ê Bariş Atay, Parlamenterê CHP'ê Alî Şeker, Seroka THÎV'ê Şebnem Korûr Fincanci û hunermend Pinar Aydinlar jî, dan zanîn ku ji bo ku Grûp Yorûm konser bidin çi ji dest wan bê dê bikin û gotin: "Ev têkoşîn wê dewam bike. Çi dema ku konser hatin dayîn emê hemû bi hevre stranan bêjin.    ‘BU XELATA ROJA JI DAYÎBÛNÊ’   Piştre bav û dayika  Îbrahîm Gokçek axivîn. Bavê Gokçek Ahmet Gokçek, bal kişand ser  berxwedana kurê xwe û wiha got: "Berxwedana kurê min, bû yek ji sembolên me. Heya roja îro ev berxwedan dewam kir. Me tim piştgirî dayê. Em ji bo her kesê spasiyên xwe dikin." Dayik Tuzun Gokçek jî, anî ziman ku du roj şûnde roja jidayikbûna wê ye û wiha axivî: "Min baş dizanîbû ku wê kurê min serkeftinek mezin qezenc bike. Ev ji bo min bû xelata roja ji dayikbûnê. Heya dawiya emrê xwe ezê ji bîr  nekim."   RAKIRIN NEXWEŞXANÊ    Gokçek piştî axaftinan bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Reyap Stenbolê. Girseya li ber Mala Berxwedanê ya ku Îbrahîm Gokçek lê dima kom bibû, bi berzkirina dirûşme û tilîliyan Gokçek oxir kirin.