Endama Meclîsa HDP'ê Kuyun hat revandin 2020-05-05 16:14:42   AMED – Endama Meclisa HDP'ê Hatice Buşra Kuyun, li Wanê ji aliyê kesên ku xwe weki îstixbaratê pênase kirin ve hat revandin. Parlamentera HDP'ê Dersim Dag mijar bir rojeva meclîsê û got: "Dixwazin ji nûve rêbazên JîTEM'ê pêş bixin."   Duh (4 Gulan) endama Meclîsa HDP'ê Hatice Buşra Kuyun, li Wanê ji aliyê maşîneyek sipî ya plaqeya wê 65 AAT 923 ve hat revandin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Dersim Dag, mijar bir rojeva meclisê. Dag, pirsname da meclîsê û xwest Wezîre Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne. Dag, diyar kir ku kesên xwe wekî endamên îstîxbaratê pênase kirin di 04.05.2020'an de li Wanê bi maşîneyek sipî ya plakeya 65 AAT 923'an Endama Meclisa HDP'ê Hatice Buşra Kuyun revandine. Dag, ani ziman ku 3 kesên di maşîneyê de xwe wekî endamê îstîxbaratê dane naskirin û piştî Kuyun 2 saetan  binçav kirin gef li wê xwarin û serbest berdan.    Dag, anî ziman knu Kuyun berê jî demek dirêj ji aliye kesên nasnameya wan nediyar ve hatiye şopandin. Dag, da zanîn ku parlementerê HDP'ê yê Wanê Murat Sarısaç jî bi rojan ji aliyê maşîneyek spî ve hatiye şopandin û wiha got: "Piştî şopandina wekîl Endamê Meclîsa HDP'ê Yunus Durdu hatibû binçavkirin. Em dibînin ku dixwazin rêbaza JÎTEM’ê ji nûve çalak bikin."   Dag, ji bo wezîr Soylu bersîv bide ev pirs pirsin:     *Kesên ku Endama Meclîsa HDP'ê H.Buşra Kuyun revandin kî ne? Giredayi kijan yekîneyê ne? Der barê van kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin?    * Maşîna ku plakeya wê 65 AAT 923 ye û H.Büşra Kuyun revand giredayî midûriyeta polîsan e? Ger ku ne aydî wan be ev maşîne aydi kê ye?    * Eger kesên ku H.Buşra Kuyun revandin ne endamên ewlehyê û îstîxbahratê bin aydî kijan yekîneyê ne. Gelo dixwazin dîsa rêbazên JİTEM'ê pêş bixin?    * Kesên ku H.Buşra Kuyun tehdît kirin dixwain xebat û xebatkarên HDP’ê asteng bikin û kriminalize bikin. Kî vê fermanê didin van kesan?    * Di 5 salên dawî de çend kesan ji aliyê heman kesan û bi heman rêbazê hatin revandin? Lêpirsîn hatiye testpêkirin. Ku hatibe destpêkirin di kîjan astê de ye?