Tora Têkoşîna li Dijî Bêcezakirinê: Sucdarên mafên mirovan bêceza hatin hiştin 2020-05-05 17:07:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Hevkariya Hêzê ya Têkoşîna li Dijî Bêcezakirinê, têkildarî zagona înfazê ya ceza û tedbîrên ewlehiyê daxuyaniyek hevpar dan. Torê diyar kir ku di van rojên bi hezaran girtiyên tev li sûcê mirovahiyê bûne yek bi yek tên berdan dê bêcezakirinê zêdetir bike û bingeha binpêkirina mafan zêdetir bike.    Tora Hevkariya Hêzê ya Têkoşîna li Dijî Bêcezakirinê, têkildarî zagona înfazê ya ceza û tedbîrên ewlehiyê ku ji aliyê îqtîdara AKP-MHP'ê ve di meclîsê re derbas bû, daxuyaniyek hevpar dan. Torê bi îmzeya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Antalya, Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê, Komeleya Şopandina Ji bo Mafên Wekhev, Navenda Mafên Zarokan a FİSA, Navenda Hafiza, Edalet û Heqîqetê, Komeleya Înîsiyatifa Maf, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Navenda Mafên Mirovan a Baroya Îzmirê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê, Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şaxa Rêxistina Efûya Navneteeyî ya Tirkiyeyê daxuyaniya hevpar da.    Torê diyar kir ku bi hinceta şewba kurevî ya Covid-19 bi lez û pez pêşnûma şandin meclîsê û kirin zagon û di mclisê re derbas kirin û wiha got: "Ev zagon ji ber li dijî rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn û mafên mirovan e, rastî rexneyên hişk hat. Vê zagona ku bi hinceta vîrûsa corona hat amadekirin, hemû girtiyên di bin henan rîskî de hinek jê berdan û girtiyên ji TMK û qanûnên MİT'ê tên darizandin bernedan. Girtiyên ji ber sûcê li dijî dewletê kirine li dervê vê zagonê hiştin û rêgeza wekheviyê îhlal kirin. Dema ev pêşnûma hat amadekirin, bêcezahiştina endamen cemaweriyê yên sûcên mafên mirovan kirin qet li ber çavan nehatin girtin. Bi vî şiklî gelek kesên sûcê mafên mirovan kirine bê ceza hatin hiştin. Bi vê bêcezakirinê zagona efuyê vegeriya "Efûya taybet"      Torê da zanîn ku polîsên ku sûcê îşkenceyê kirine, dê bi vê zagonê hindik ceza bigirin û bi vê zagonê dê sûcê îşkence li derve bê hiştin. Torê da zanîn ku bi vî şiklî polîs û esker tên efokirin. Torê da zanîn ku kesên cînayetên civakî kirine û sûcê zayendî kirine, bêyi tedbîr bên girdin di bin navê destûrê de wan dişînin malê û ev yek dê ji bo zarok û jinan tundiyê zêdetir bikin. Torê anî ziman ku bi hezaran sucdarên bi vî rengî yek bi yek tên berdan û dê bêtir binpêkirna mafan zêde bike û ev bêcezakirin dê bingeha tundiyê û binpêkirina mafan zêdetir bike."