ROJEVA 6'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-06 09:00:27 * Parlementera HDP'ê Ayşe Surucu, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê amûrên paqijiyê nadin girtiyan û got, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî li holê muxatab tuneye.    * 2'emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê li dijî usûlê dosya 6 rojnamegerên ku ji doza MÎT'ê tên darizandin lêklîn kir û biryara berdewama girtina rojnaemgearn da. Parêzerê rojnaemgeran Ozcan Kiliç, diyar kir ku rêbazek wisa di pêvajoya OHAL'ê de jî tune bû û ev dosya li Serokatiya MÎT'ê û Kuliyeya Serokomariyê ve tê meşandin.     * Dadgeha Bilind, parast ku KCD û KCK heman tişt in û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê li Hevseroka KCD'ê ya berê Selma Irmakê hatibû birîn pesend kir.    *  Li Bismilê bi hezaran hechecîkên ku berê xwe dane qeraxa Çemê Qerekopriyê, dest bi çêkirina hêlînên xwe kirine û wê nêzî 6 mehan li vira bimînin.    * Bijîşk Sedat Abbasoglû, bal kişand ser rewşa karkerên ku di serdema şewba coronayê de jî li maden, înşeat, fabrîke û atolyeyan dişixulun û got: "Di şewba Covîd-19'yê de tenduristiya karkeran, ji wijdanê karkeran re hatiye hiştin."    * Li Sasonê li baxçên çîlekan topkirina destê ewil dest pê kir. Li navçeyê 350 malbat debara xwe bi çîlekan dikin.    * Li Çelê welatiyên ku li quntarên çiyayan karî, sterk, lûş, ribês hwd. berhev dikin û pê debara xwe dikin, niha bi hinceta "ewlehiyê" û ji ber xetereya vîrûsa coronayê nikarin ji gundên xwe derkevin.    * Qeyûmê berê yê Şaredariya Bajêr a Mezin a Amedê û Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê bi 57 milyon TL'yî Kolana Melîk AHmetê çêkiribûn, lê belê bêyî ku karê hatiye kirin bê teslîmkirin niha jî qeyûmê nû ji bo ji nû ve çêbike cardin kolan xera kiriye.    * Di îdianameya siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak de, lihevkirina malbatan, daxwaznameya ku ji bo kurdî û tirkî xwedî heman statuyê bin ji NY'yê re hatiye şandin, çalakiyên li dijî betalî û bihabûnê hatine kirin sûc hatine hesibandin.    * Mele Abdullah Arkan derbarê êrîşên goristanan diyar kir ku li hemberî nirxên gelê kurd bê tehamuliyek heye û got: “Misilman ew misilman in ku kes ji wan zirare nebine. Lê ya ku em dibînin nirxên misilmantiyê hatine winda kirin. Ji beriya komarê heya niha yên ku ser navê dîn hatine ser kar jî bi vî awayî tevgeriya ne.”   * Parêzer Bora Sarica yê endamê Fed-Der bertek nîşanî çêkirina 6 heb JES’ên dê li Oludenîz werin çêkirin da û cihên wisa di bin navê “sûdwergirtina cemaweriyê” tên rûxandin. Parêzer Bora Sarica yê endamê Fed-Der bertek nîşanî çêkirina 6 heb JES’ên dê li Oludenîz werin çêkirin da û cihên wisa di bin navê “sûdwergirtina cemaweriyê” tên rûxandin.   * Pêşketinên têkildarî şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ên li Tirkiyeyê û tevahiya cîhanê bên şopandin.    * Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca balê bikîşîne ser rewşa girtiyên siyasî, wê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya  Peyasê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û şandeya pê re, wê  li ber Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê daxuyanî bide. (15.00)