Wezaretê mifteyên konûtên teslîmî xelkê kiribûn paşde xwest 2020-05-06 13:09:57 MÊRDÎN - Wezareta Derdor û Bajarvaniyê 980 daîreyên TOKÎ radestî xwediyê wan kiribû. Hat îdiakirin ku di dema teslîmkirina daîreyan de xeletî çêbûye û mifteyan carek din radestî wan were kirin. Îdareya Giştî ya Konutan (TOKÎ) piştî qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbînê li taxên hatin hilweşandin avahiyan çêkiribû. Hin daîreyên radestî xwediyê wan hat kirin, carek din ji nûve mifteya daîreyan ji welatiyan hat xwestin. Ev xwestina mifteyan ji aliyê Wezareta Derdor û Bajarvaniyê ve pêk hatiye. Di teblîgata ku Wezaretê ji welatiyan re şandiye ji wan xwestiye ku welatî heta 15 rojan mifteyan dîsa radestî wan bike. Wezaretê îdia kir ku di daîreyên hatine belavkirin de xeletî çêbûye.   Hat diyarkirin ku ev rewş di peymana ji bo 980 konûtan de heye û hat zanîn ku piştî malbat mifteyan radest bikin dê peyman ji nûve were çêkirin.   GILÎKIRINA WELATIYAN PIŞTGUH KIRINE   Welatiyek diyar kir ku karûbarê di TOKÎ’yan de bêûsûl hatine çêkirin û bi salane ji wezaretê re dibêjin. Welatî got lê wezaretê giliyê welatiyên li ber çavan negirtiye û xemsar nêzî meseleye bûye. Welatiyan da zanîn ku wan mesrefê jî li van daîreyan kirine û ew nizanin dê çi bikin.