Li goristanê bang kirin: Soza me ya ji bo Denîzan dê bidome 2020-05-06 14:10:24 ENQERE - Rêxistinên Ciwanên Sosyalist, di 48'emîn salvegera darvekirina Denîz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan de çûn ser gora wan û ew li ser gorên wan bibîr anîn. Rêxistinên ciwanan gotin: “Sozên me yên ji bo Denîzan dê bidome."  Rêxistinên Ciwanên Sosyalîst yên li Enqereyê, bi minasebeta 48 salemîn salvegera 6'ê Gulana 1972'an ku Rêberê Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (THKO) Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan hatibûn darvekirin, li ser gorên wan ew bibîr anîn. Ciwanan li Goristana Yenişehir Karşıyaka bernameya bîranînê li dar xistin û soza xwe ya bi wan re dubare kirin. Di bernameya bîranînê de parlementerên HDP'ê û pismamê Deniz Gezmiş Mustafa Gezmiş Seroka EMEK'ê Selma Gurkan, Nûnerên partiyên siyasî û xwendekar amade bûn. Dema ciwan çûn ser gorê polîsan destûr nedan ku ciwan pankart, dowîz û posteran bibin ser gorê. Di bernameya bîranînê de polîsan mudaxaleyî rêxistinên ciwanan kir û bombeyen gazê avêtin nava ciwanan. Polîsan di mudaxaleyê de ciwanên bi navê Sait Boztaş û Yucel Yavuz binçav kirin.    Ciwanan li gel mudaxaleya polîsan daxuyanî dan û gotin: "Em îro ji bo Denîzan bibîr bînin li vir in. Ji niha û şûnde jî em ê her sal wan bibîr bînin. Dema ew mirin qet neketin nava fikaran. Dema em jî wan bibîr Bînin em nakevin nava fikaran. Ciwan bi dirûşmeya “Gundogdu " ji ser gorê belav bûn.