TMMOB: Em gavan paşve navêjin 2020-05-06 15:18:02   AMED - Lijneya Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB'ê bertek nîşanî hewldanên guhertinên zagonî ya li dijî rêxistinên pîşeyî da û got: “Em ê li dijî hemû cûreyên êrîşan tawîzan ji nirxên xwe nedin û em gavan paşve navêjin."    Lijneya Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB'ê, têkildarî daxuyaniya Serokomar Tayyip Erdogan ku rêxistinên pîşeyî kir hedef daxuyanî dan. Koordînasyona TMMMOB'ê ya Amedê, bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan û hewldanên guhertinên zagonî ya li dijî rêxistinên pîşeyî, dan. Koordînasyonê diyar kirin ku Erdogan ji roja hatiye îqtîdarê heta niha rêxistinên kedê û pîşeyî tehamul nake û wan dike hedefa xwe. Koordînasyonê anî ziman ku Erdogan ev yek ji bo xwe kiriye elimandinek û wiha got: "Me berê jî qadên bajar parastin û me aştî parast. Ji ber vê yekê em bûn hedefa Serokomar. Niha jî em ji ber ku mafên mirovan  diparêzin û li dijî binpêkirina mafan derdikevin em dibin hedefa Erdogan. Em ê her dem kedê, aştiyê û mafên mirovan biparêzin. Em ê li dijî hemû êrîşan nirxên xwe biparêzin û em gavan paşve navêjin. Em destûr nadin ku AKP hebûna me ya demokratîk, hûqûqî û cemaweriyê binpê bike. Em ê li dijî feraseta "Yek zilam û yek partî" nirxên gel û berjewendiyên gel biparêzin. Em tê parastina demokrasî, azadiyê berdewam bikin."