6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin 2020-05-06 15:44:03 WAN – Li Girtîgeha Tîpa T a Konya Seydîşehîrê, 6 girtiyan ragihandin ku tundî û îşkence li wan hatiye kirin û malbatên xwe agahdar kirin ku dest bi greva birçîbûnê kirine. Ji girtiyan Yilmaz Ûçar, ji malbata xwe re ev tişt got: “Em êdî vê zilmê qebûl nakin û dest bi greva birçîbûnê dikin.”   Girtî Yilmaz Ûçar, beriya 5 sal û 6 mehan bi îfadeya şahidekî nepen bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û beriya 2 salan jî li Girtîgeha Tîpa T a Wanê îşkence lê hatibû kirin û di îşkenceyê de serê wî şikiyabû. Serê wî bi 15 kêlan hatibû dirûtin. Piştî vê îşkenceyê bi 5 hevalên xwe re sewqî Girtîgeha Tîpa T a Konya Seydîşehîrê hatibû kirin.   LI DIJÎ ZEXTAN KETIN ROJIYA MIRINÊ   Di teketina girtîgehê de lêgerina tazî li wan hatibû ferzkirin û hatibûn derpkirin. Hemû giliyên ku têkildarî vê derpkirinê kirin jî bê encam man. Ûçar, beriya niha ragihandibûn ku li girtîgehê tundî û îşkence li wan tê kirin. Di axaftina dawîn ku bi telefonê bi malbata xwe re kir de ragihand ku li dijî tundî û îşkenceya ku li wan tê kirin, bi 5 hevalê xwe re dest bi greva birçîbûnê kirine.   TIMIK ÎŞKENCE LI WAN HATIYE KIRIN   Birayê Ûçar Hekîm Ûçar, diyar kir ku 2 sal in li girtîgehê tundî û îşkence li kekê wî tê kirin û wiha got: “Bêyî ku agahî bidin me kekê min ji Girtîgeha Girtîgeha Tîpa T a Wanê birin Girtîgeha Tîpa T a Konya Seydîşehîrê. Di têketina vê girtîgehê de lêgerîna tazî û îşkence lê hat kirin. Ev 2 sal in ev îşkence nesekiniye. Kekê min got ku her sibehê gardiyan gef li wan dixwin ku bi tekbîran hejmara xwe bidin. Kekê min û hevalên xwe ku ji ber ku li dijî vê pêkanînê dertê timik cezayê hecreyê li wan tê birîn û îşkence li wan tê kirin. Kekê min hefteyek berê geriya û got ku êdî tundî û îşkenceyê tehmûl nakin û li dijî vê dest bi greva birçîbûnê dikin û xwest ku dengê wan bê bihîstin.”   ‘ÊDÎ BES E’   Ûçar, da zanîn ku ji wan re hatiye ragihandin ku kekê wî û 5 hevalên xwe li girtîgehê dest bi rojiya mirina kirine û ev tişt anî ziman: “Em ji vê êşa ku ewqas bi me tê jiyandin re dibêjin ‘êdî bes e’. Em bang li raya giştî û Komeleya Mafê Mirovan dikin ku ji bo vê rewşê hestiyar tevbigerin. Rojek berê dema ku kekê min li me geriya, berî ku em dest bi axaftinê bikin telefon hat birîn. Herî dawî kekê min got, ‘dema em li we negiriyan zanibin ku tiştên nebaş tên kirin’. Em bang dikin ku parlamenter û hiqûqnas biçin girtîgehê û lêkolîn bikin.”