Li Tirkiyeyê 3 hezar û 584 kes bi Covîd-19 mirin 2020-05-06 19:11:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 64 kesên din jî ji ber şewba vîrûsa coronayê jiyana xwe ji est dan û 2 hezar û 253 kesên din jî bi şewbê ketin.     Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya daneyên der barê vîrûsa coronaya (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî parve kir.   Li gor tabloya ku Koca parvekiriye di 24 saetên dawî de 64 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 253 kesên din jî bi şewbê ketine. Her wiha bi van daneyên dawî de re li Tirkiyeyê hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 584 û hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine jî bû 131 hezar û 744.