ROJEVA 7'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-07 09:00:30 * Rojnamevan Nedîm Turfent ku di Girtîgeha Wanê de ye, diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş tu tevdîr nayên girtin û got: "Bi qedexekirina spor, çalakî, hevdîtinên bi malbat û parêzeran re zîzolasyoneke dijwar dest pê kiriye."  * Kasim Karataş ku cezayê muebata giran lê hatiye birîn û 29 sal in girtiye, ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê telefonî keça xwe kir û got, şewb heye lê 23 kes di heman odeyê de dimînin.    * Li Amedê piştî ku qeyûm tekane parka jina ya Ekîn Cerenê da TUGVA'yê, ewilî navê wê jê bir, dû re jî bi nivîsên nîjadperest û zayendîparêz derdora wê guherand.    * Akademîzyen Fatma Zehra Fîdan ku ew û kurê xwe Ebûbekîr Fîdan di eynê rojê de hatin îxrackirin û kurê wê hatin girtin, anî ziman ku ew li bendê ne Dadgeha Qanûna Bingehîn bêedaletiya di qanûna înfazê de sererast bike.    * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, piştî 21 salan cara ewil bi telefonê bi malbata xwe re axifî. Hevserok OHD'ê Ayşe Acînîklî, anî ziman ku ev yek tecrîda li Îmraliyê bi awayekî aşkere nîşan dide û got, ev hevdîtin fikar ji holê ranenkirine û divê heyeteke serbixwe biçe lêkolînan bike.    * Rojnameger Necmetîn Salaz ê li herêmê rojnamegeriyê dike diyar kir ku fermanderek pêşmergeyan gotiye ‘em li dijî PKK’ê li vir in” û gengeşeyên “xwerêveberiyê” ya li Silêmaniyê jî bêtir girêdayî aborî ye.   * Li gundê Qizqapanê jin bi kerengên ji quntarên çiyayan berhev dikin hem xwarinê çêdikin hem jî tirşiyê.    * Herî zêde jin û zarok bandorê ji ambargoya li ser Mexmûrê digirin. Endama Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê Medîne Tok got: "Hedefea ewil a êrîşan jin in. Ji ber ku reng û pêşengê kampê jin in, hedefa sereke jî ew in."    * Li Tanzanyayê 2 hezar karkerên ku ji Tirkiyeyê biribûn û niha karê rêya trênê dikin, li gel şewba coronayê di şertên bê ewle û dijwar de kar dikin.    * ÎHD'ê, bi daxwaza ku înfaza girtiyê nexweş Sabrî Kaya bê taloqkirin û bê tedawîkirin, serî li AYM'ê da.   * Piştî mirina Alî El Hemdan ê Sûriyeyê ku ji aliyê polîs ve hat kuştin, 7 sal şûnde nû hemwelatîbûn dan malbata wî.