Rojnamevan Turfent ê girtî: Îzolasyoneke dijwar dest pê kiriye 2020-05-07 09:14:36   WAN - Rojnamevan Nedîm Turfent ku di Girtîgeha Wanê de ye, diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş tu tevdîr nayên girtin û got: "Bi qedexekirina spor, çalakî, hevdîtinên bi malbat û parêzeran re zîzolasyoneke dijwar dest pê kiriye."    Rojnamevan Nedîm Turfent ku di Girtîgeha Wanê de ye, nameyek ji malbata xwe re şandiye û di nameyê de bal kişandiye ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.    Rojnamevan Turfent, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê wiha rêz kiriye:    * "Bi qedexekirina spor, çalakî, hevdîtinên bi malbat û parêzeran re îzolasyoneke dijwar dest pê kiriye. Bi taybetî jî girtiyên cezayê muebeta giran li wan hatiye birîn, berê rojê carekê tenê 2 saetan dikaribûn biçin hewşa qawîşê, lê belê niha ev jî tuneye. Ev girtî di hucreyeke teng de tên tecrîdkirin.    * Ji bo girtî û hikumxwarên nexweş ku di koma xetereyê de ne tu tevdîr nehatine girtin. Tedawîkirina wan hatiye sekinandin.    * Girtiyên siyasî yên cezayê wan di bin salekê de mane, diviya wan bişandana girtîgehên vekirî an jî sûd ji mafê berdan kontrolkirî nigirtana, lê îdare ji bo vê yekê xwe li nedîtinê datîne.    * Bi taybetî Arafat Ozek ê 68 salî ku nexweşîna astim, guatr û tansiyonê pê re heye, cezayê wî di biniya salekê (9 meh) re maye lê belê nayê berdan. Ji xeynî wî cezayê avn girtiyan jî di biniya salekê re maye, lê nayên berdan: Cahît Hezer, Azîm Sokemen, Kemal Kahraman, M. Alî Kurtum, Mehvan Taş, Hakan Firat, Kasim Temel, Orhan Olmez, Suphî Çetînkaya, Tahîr Gurdal.   * Me gelek caran daxwaz kir, lê belê dîsa jî kolonya û lepik nedan me. Firotina maskeyan hatiye qedexekirin, lê belê qantîna girtîgehê hê jî difiroşe. Maske û dezenfektanê bêheq nadin girtiyan. Her wiha amûrên bêqalîte jî pir biha tên firotin.    * Piştî bi efûya taybet girtîgehên vekirî hatin vekirin, mehkûmên li vira di firinê û xwaringehê de dişixulîn jî çûn malên xwe. Ji ber ên niha hatine pir jê fêm nakin, hem qalîteya xwarinê kêm e hem jî cureyên wê. Carinan xwarinên xavî tînin.    * Abonetiya ji bo rojnameya Yenî Yaşam û Xwebûnê nayê kirin. Di vî warî de biryara emsal a AYM'ê heye, lê dîsa jî nayê kirin. Rojnameyan Evrenselê jî ku me heqê aboneya wê pêşin dabû jî, di meha Nîsanê de tam 10 rojan nedan me.    * Tenê qenala muxalif Tele 1 bû, lê bi hinceta 'Heqaret li AKP'ê kiriye' ew jî jê birine."