23 girtî di heman odeyê de dimînin 2020-05-07 09:15:19   RIHA - Kasim Karataş ku cezayê muebata giran lê hatiye birîn û 29 sal in girtiye, ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê telefonî keça xwe kir û got, şewb heye lê 23 kes di heman odeyê de dimînin.    Kasim Karataş ku cezayê muebata giran lê hatiye birîn û 29 sal in girtiye, ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê telefonî keça xwe kir û got, li girtîgehê odeyê vala hene, lê belê di dema vê şewbê de 23 kes di heman odeyê de dimînin.   HIN KES LI ERDÊ RADIKEVIN    Gulîstan Karataş, anî ziman ku odeya ku bavê wê lê dimîne 23 kes lê ne û got, bavê wê gotiye ji ber ku ranze kêm in gelek girtî li erdê radikevin. Karataş, destnîşan kir ku bavê wê gotiye li girtîgehê odeyên vala hene û got: "Bavê min got, ji bo vê mijarê muxatabek tuneye ku pê re biaxivin û got, personelên girtîgehê ji wan re gotiye 'ne di destê me de ye.' Bavê min got, sê hefte berê bi gumana şewbê coronayê kesek rakirine nexweşxaneyê û piştî hefteyekê careke din ew anîne qawîşê û xistine hucreyê."    ÊN CEZAYÊ WAN QEDIYANE NAYÊN BERDAN    Karataş, anî ziman ku bavê gotiye cezayê du eksan qediyaye lê belê ji ber cezayê dîsîplînê nayên berdan û got: "Got, tu eleqeya vê bi cezayê dîsîplînê tuneye. Em malbat dipirsin; rayedarên hikûmetê di televîzyonan de tim dibêjin mesafeya civakiyî, lê li girtîgehan hê jî 23 kes di heman odeyê de dimînin."