Piştî qeyûm parka Ekîn Ceren kirin navenda nîjadperestiyê: Ya sev ya terk et! 2020-05-07 09:15:45   AMED - Li Amedê piştî ku qeyûm tekane parka jina ya Ekîn Cerenê da TUGVA'yê, ewilî navê wê jê bir, dû re jî bi nivîsên nîjadperest û zayendîparêz derdora wê guherand.    Di sala 2007'an de li navçeya Peyas a Amedê tekane parka jina Parka Ekîn Cerenê hatibû çêkirin. Piştî qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin qeyûm dest danî ser parkê jî. Niha jî li derdora parkê nivîsên nîjadperest û zayendîparêz hatine nivîsandin.    Qeyûmê tayinî şaredariyê hat kirin, qafeya parkê ji bo 25 salan da Weqfa Ciwana a Tirkiyeyê (TUGVA) ku kurê Serokmar Erdogan Bîlal Erdogan û keça wî Esra Albayrak di rêveberiya wê de ne. Nûnertiya TUGVA ya Amedê pêşî tabelaya parkê rakir, dû re jî li hundirê parkê avahiyên betonî çêkirin. Piştî vê derdora parkê guherand û rengê mêrdewanên wê guherand ku berê bi heft renagn hatibûn boyaxkirin. Niha jî li ser mêrdewanên wê nivîsên nîjadperest hatine nivîsandin. Li ser mêrdewan û dîwarên parkê bi tirkî ev nivîsên nîjadperest û zayendîparêz hatine nivîsandin: “Ya sev ya terk et” (An tu yê hez bik, an jî tu yê biçî), “İtaat et” (Îteet bike), “Türk ırkı yaşasın” (Bila nîjada tirkî bijî), “Abilere selam çatışmaya devam” (Silav ji bo biraderan, bila pevçûn bidomin), “MHP”, “Ülkü Ocakları” (Ocaxên Ulkuyê), “Türk askeri” (Eskerên Tirk), “Seversiniz” (Hûnê hez bikin), “Cici Kız” (Keçika xweşkok).