Dayika girtî: Bila AYM vê bêedaletiyê sererast bike 2020-05-07 09:16:32 ÎZMÎR - Akademîzyen Fatma Zehra Fîdan ku ew û kurê xwe Ebûbekîr Fîdan di eynê rojê de hatin îxrackirin û kurê wê hatin girtin, anî ziman ku ew li bendê ne Dadgeha Qanûna Bingehîn bêedaletiya di qanûna înfazê de sererast bike.    Ji ber şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) fikarên xizmên girtiyan her diçe zêdetir dibin. Yek ji van girtiyan jî Ebûbekîr Fîdan e ku dema li Agiriyê mamsote bûye bi îdiaya ku di telefona wî de bylock hebûye hatiye girtin û ji 9'ê Tebaxa 2016'an ve di Girtîgeha Tîpa L a Panosê de ye. Diya wî Fatma Fîdan jî docenta civaknasiyê ye û ji ber ku îmze daniye binî danezana aştiyê roja ku kurê wê hatiye îexrackirin ew jî ji Zanîngeha Celal Bayarê hatiye îxrackirin.    BYLOCK HATIYE BARKIRIN    Fîdan, behsa pêvajoya darizandina kurê xwe kir: "Gava li gundekî agiriyê mamostetî dikir hat girtin. Bawer nakim ku bi awayekîa dil hatibe darizandin. Piştî hewldana darbeyê bi tawanbariya 'bylock'ê hat girtin. 'Bylock' a ku tê gotin di telefona kurê min de bûye, berî ku bikire di telefonê de hebûye. Me fatûre û dîroka telefona wî jî nîşan da, lê kurê min hê jî girtiye û 7 sal û nîv ceza lê birîn. Niha doza wî li Dadgeha Bilind e."    Fîdan, anî ziman ku ew jî di 21'ê Tîrmeha 2016'an de ji Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Celal Bayarê hatiye dûrxistin û paşê bi KHK'ê hatiye îxrackirin. Fîdan, destnîşan kir ku têkoşîna wan a di vî warî de didome û got: "Çimkî em mafdar in, helwesta me ji ber mafdariya me ye. Em li bendê ne ev neheqiya li me hatiye kirin bi dawî bibe û em vegerin ser karê xwe."    'EM LI BENDA EDALETÊ NE'   Fîdan, bilêv kir ku ji ber vîrûsa coronayê hevdîtinên li girtîgehan hatine qedexekirin loma tenê bi telefonê bi kurê xwe re diaxife û ji bo qanûna înfazê ya nû ku seba şewba coronayê berpêşî Meclîsê hat kirin û hat qebûlkirin jî got, ne pakêteke adil bû. Fîdan, destnîşan kir ku şert û mercên li girtîgehan nebaş in û got: "Gelek kes di qawîşên biçûk de dimînin. Di vê serdemê de dest û piyên me girêdayîne. Ji bo em dengê xwe ragihînin tenê dikarin li ser medyaya civakiyî kampanyayan bidin destpêkirin. Ev yek ji Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) re hat şandin. Em li benda edaletê ne. Di vê serdemê de baweriya mirovan bi dewletê nema. Çimkî welatiyên bîbir di girtîgehan de ne. Rojnamevan ji ber ku azadiya ramanê diparêzin niha girtîne. Li seranserê cîhanê ji ber vîrûsa coronayê li girtîgehan tevdîr tên girtin, girtî hemû tên berdan, lê li welatê me jiyana mirovan bi tiştekî jî nayê hesibandin Ev yek nayê qebûlkirin. Peywira dewletê ew e ku edaleteke wekhev û mafên wekhev berpêşî welatiyan hemûyan bike."    MA / Sevda Aydin