Acînîklî: Divê heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê 2020-05-07 09:17:17   STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, piştî 21 salan cara ewil bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Hevseroka OHD'ê Ayşe Acînîklî, anî ziman ku ev yek tecrîda li Îmraliyê bi awayekî aşkere nîşan dide û got, ev hevdîtin fikar ji holê ranenkirine û divê heyeteke serbixwe biçe lêkolînan bike.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 15'ê Sibata 1999'an heya niha cara ewil di 27'ê Nîsana 2020'an de bi telefonê bi malbata xwe re axifî. Her wiha her sê girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê jî bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn. Hevdîtin li serdozgeriyên komarê pêk hatin.    Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ayşe Acînîklî, hevdîtina bi telefonê ya girtiyên li Îmraliyê nirxand.    Acînîklî, bibîr xist ku di qanûnê de mafê girtiyan e ku heftê carekê telefonî malbatên xwe bikin û mafê girtiyên ku cezayê muebata giran li wan hatiye birîn jî du hefteyan carekê ye. Acînîklî, destnîşan kir ku lê belê ev qanûn li Îmraliyê j bo Ocalan û girtiyên din bi salan e pêk nehatibû û hevdîtina telefonê ya piştî 21 salan jî bi awayekî dijî hiqûqê pêk hatiye.    MAFÊ JIYANA TAYBET HATIYE BINPÊKIRIN    Hevdîtina telefonê ne li malê, li dozgeriyan pêk hatibû.   Hevseroka OHD'ê Acînîklî, destnîşan kir ku ev yek jî asta tecrîda li Îmraliyê bi awayekî aşkere nîşan dide û got: "Li gor hiqûqê girtî telefonî kîjan ferdê malbatê bike, ferdê malbatê li ku be hevdîtin li wir pêk tê. Lê a hatiye kirin dijî hiqûqê ye. Wekî lutfekê nîşan didin. Halbûkî ev mafê hemû girtî û hikumxwaran e. Her wiha ferdên malbatê yên li dozgeriyan hevdîtin çêkirine jî nerihet bûne. Ev yek jî tê wateya binpêkirina mafê jiyana taybet."    'HIQÛQA DIJMINATIYÊ'    Acînîklî, destnîşan kir ku awayê hevdîtina bi telefonê ya ku Ocalan kiriye di tu pergala hiqûqê ya welatên cîhanê de tuneye û got: "Wateya vê yekê bêguman ev yek ji bo Îmraliyê wekî mafekî xwezayî be hatiye nîşandan. Yanî dewlet li gor qanûnên xwe tev nagere û qanûnên xwe li gor kesan diguherîne û çawa bixwaze wiha bin pê dike. Ev di heman demê de awayê hiqûqa dijminatiyê ye."    'LI GOR QANÛNÊ TEV BIGERIN BES E'   Acînîklî ku got "Birêz Abdullah Ocalan li Tirkiye û Rojhilata Navîn ew kes e ku dikare şer û krîzan çareser bike. Tecrîdkirian kesekî ev qaas grîng nayê qebûlkirin" destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîdê pêdivî bi sererastkirineke awarte tuneye. Acînîklî, got: "Heger dewlet li gor qanûnên xw etev bigere û pêk bîne, ji xwe wê tecrîd ji holê rabe. Tişta herî dawî hatiye kirin perçeyek ji tecrîdê ye û divê hiqûqnas û hêzên demokrasiyê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin."    ‘DIVÊ HEYETÊN SERBIXWE BIÇIN'    Acînîklî, anî ziman ku çendî ku ev yek bêhiqûqîtî be jî lê hevdîtina telefonê girîng e û got: "Divê ji niha û pê de jî ev maf bê bikaranîn. Mesele ew e ku ev yek di qanûnê de heye lê çima heya niha pêk neanîne. Her wiha ev hevdîtina bi telefonê fikarên raya giştî yên ji bo Girava Îmrlaiyê ji holê ranakin. Loma divê heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê lêkolînan bike."    MA / Erdogan Alayûmat