Wextê kerenga dest pê kir 2020-05-07 09:18:01 AGIRÎ - Li gundê Qizqapanê jin bi kerengên ji quntarên çiyayan berhev dikin hem xwarinê çêdikin hem jî tirşiyê.  Li gundê Qizqapan ê Panos a Agiriyê, li quntarên çiyayan berhevkirina kerengan dest pê kir. Piştî dinya germ bû, jin berê xwe didin quntarên çuayayn bi kergexanên (ilçan) xwe ji bin axê kerengan derxixin. Piştî kereng tên derxistin wan paqij dikin û dişon, dû re jî hem dikin xwarin hem jî tirşî.    HEM XWARIN HEM JÎ TIRŞÎ    Rewşan Karataş ku danê sibehê diçe kerengan berhev dike, bal kişand ser dewlemendiya xwezayê û got, mirov tenê bi kerengan jî dikare pêdiviyên mala xwe peyda bike.   Karataş, anî ziman ku ew kerengan hem sor dikin, hem dixin nav girarê, hem diin nav keledoş û şorbeyê û hem jît irşiya wan çêdikin û got: "Gava dibe bihar em dest bi berhev kirina wan dikin. Berê ji bo kerengan me serê darekî tûj dikir û pê kereng derdixistin. Lê niha em bi kergexanê derdixin, rihetir e. Tahma kerengan pir xweş e, tirşiya wan jî. Em gelek pincaran berhev dikin û ji bo zivistanê hiltînin. Berhevkirina kerengan zehmet e, lê tahma wan pir xweş e. Em naçin ên hazir nakirin, xwe bi xwe diçin berhev dikin."    MA / Dîndar Karataş