Herî zêde jin û zarok dikevin bin bandorê ambargoyê 2020-05-07 09:18:39 ŞIRNEX - Herî zêde jin û zarok bandorê ji ambargoya li ser Mexmûrê digirin. Endama Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê Medîne Tok got: "Hedefea ewil a êrîşan jin in. Ji ber ku reng û pêşengê kampê jin in, hedefa sereke jî ew in."  Ambargoya ku Rêveberiya Herêma Kurdistana Federa daniye ser Kampa Mexmûrê, ji 17'ê Tîrmeha 2019'an ve didome. Her wiha çend roj berê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) jî derdora kampê bombebaran kiribûn û di vê bombeberanê de hin welatî jiyana xwe ji dest dabûn. Hem ji ber ambargoyê hem jî ji ber vîrûsa coronayê (Covîd-19), şêniyên kampê zehmetiyê dikişînin.     HEDEFA EWIL JIN IN    Endama Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê Medîne Tok, anî ziman di hemû êrîşan de ewilî jin bandorê ji pêkanînan digirin û hedef tên girtin. Tok ku got "Ji ber ku reng û pêşengê kampê jin in, hedefa sereke ya ambargoyê jî jin in " destnîşan kir ku jiyana li kampê li dor fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şikil girtiye.    Tok, got: "Em jin bêtir zehmetiyê dikişînin. Lê belê em bi fikrê Serokatî (Ocalan) civakeke azad diafirînin û pêş ve diçin. Jineke kole, wê civakeke kole ava bike. Heger jin bibe kole, wê zarokan wna jî bi feraseta koletiyê mezin bibin. Bi fikrên azad ên jinekê wê civakeke azad jî ava bibe."    ‘ÊRÎŞ NIKARIN VÎNA ME BIŞIKÎNIN'    Tok, anî ziman ku ambargoya li ser kampê nêzî 10 meh in didome û cih bi cih bi êrîşan re jî rû bi rû dimînin. Tok, bibîr xist ku di êrîşan de jinên ducanî jî jiyana xwe ji dest dane û got: "Ev hemû bandoreke neyînî li ser jinên kampê dike. Lê jin çavşikestî nebûn û wê nebin jî. Hêviya wan a ji o jiyana azad tim û tim zînde ye. Baş dizanin fikra azad jiyana azad e û jiyana xwe li gor wê dîzayn dikin. Ne ambargo, ne jî êrîşên li ser kampê nikarin vîna jinan bişikînin."    ROLA JINA    Tok, bal kişand ser xebatên jinan ên li dijî êrîşan û ambargoyê û got: "Ev demeke me dest bi xebatên xwe kirine. Armanca me, em feraseta ku wekî metayekê nêzî jinê dibe tune bikin, bîrbiruya zayendî derxînin holê. Em hewl didin ku jinên ku zor û zehmetiyê dikişînin vê fikra xwe derxînin holê. Em Komîteya Jineolojiyê hewl didin ku jin xwe baş bînin ziman. Em hem dikarin xw ehem jî civaka xwe pêş ve bibin. Di avakirina civakê de jin xwedî roleke mezin e."    MA / Omer Akin