Ji bo girtiyê nexweş Kaya serî li AYM'ê dan 2020-05-07 09:19:50 EDENE - ÎHD'ê, bi daxwaza ku înfaza girtiyê nexweş Sabrî Kaya bê taloqkirin û bê tedawîkirin, serî li AYM'ê da. Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku di Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Osmaniyeyê de ye, di 6'ê Gulanê de nerihet dîsa nerihet bûye û wî rakirine Nexwşexaneya Bajêr a Edeneyê.   Her wiha Kaya, di 25'ê Adarê de jî qeyrana dil û xwînweriya mêjî derbas kiribû û 3 caran ew rakiribûn beşa awarte. Lê belê piştî tedawiyê gotibûn "rewşa wî baş e " û wî dîsa biribûn girtîgehê.   20 CARAN WÎ RAKIRINE BEŞA LEZGÎN   Kaya, di vê demê de ji ber qeyrana dil 20 caran rakirine Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê û paşê dîsa ew birine girtîgehê. Kaya ku her diçe rewşa wî xirabtir dibe di 6'ê Gulanê de telefonî malbata xwe dike û dibêje: "Êdî taqeta min nemaye. Ez ê bimirim."   Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Îlhan Ongor, ji bo înfaza Kaya bê taloqkirin û ji bo bê tedawîkirin serlêdan kiribû, lê belê ji ber ku tu encam bi dest neketibûn vê carê jî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da.   Piştî serlêdanê hevdîtin bi Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê û îdareya girtîgehê re tên çêkirin û tê hînbûn ku Kaya di 6'ê Gulanê de rakirine Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê.   REWŞA WÎ XIRAB BÛYE   Ongot, anî ziman ku rewşa Kaya di xetereyê de ye û du rojan carekê wî radikin nexweşxaneyê. Ongor, got: "Nexweşîna Kaya ji ber nehesasiyetea îdareya girtîgehê, rayedarên nexweşxaneê û dozgeriyê dijwar bûye. Bi taybetî jî 10 sal in girtîgeh hay ji vê heye û Kaya du caran emeliyat bûye, lê dîsa jî tevdîr nehatine girtin û di wext de dermanê wî nehatine dayîn, li Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê tenê bi dermanan hatiye tedawîkirin û dîsa ew birine girtîgehê. Ji bo mayîna li nexweşxanyê rapora ATK'ê heye, lê dîsa jî ev nehatiye kirin û ji ber vê rwşa Kaya dijwartir bûye."   MA / Hamdûllah Kesen