Mala wan vikîvala ye, zarokê wan ê felcî li erdê ye 2020-05-07 09:21:06 ENQERE - Malbata afxanî Norouzî, wê ji bo emeliyata zarokên xwe yên felcbûyî biçûna Amerîkayê. Lê belê berî çûyînê bi rojekê sefera balafirê ya ber bi Amerîkayê ve bi boneya şewba coronayê tê betalkirin. Li mala Norouzî, hema bêje amûrek jî tuneye û zarokê wan ên felcbûyî li erdê dirêj kiriye. Malbata Norouzî ku li navçeya Keçîoren a Enqereyê dimîne, ji ber şerê navxweyî yê li Afxanîstanê reviyaye û niha bi statuya "penaberê bişertî" li Tirkiyeyê ye. Malbat, gava ji Afxanîstanê direve demekê li Îranê dimîne û paşê 4 sal berê berê xwe dide Tirkiyeyê. 4 zarokên malbatê hene û zarokê wan ê herî biçûk Ehsan Norouzî felcî ye. Ehsan, ji zikmakî ve ji navê berjêr felcî ye û nikare bimeşe. Ji bo bê tedawîkirin divê biçe DYA'yê. Li ser vê ji bo malbat Norouzî biçe Amerîkayê, Daîreya Koçberiyê ya Enqereyê di 18'ê Adarê de teblîxatekê ji wan re dişîne. Li ser vê malbat jî amûrên li mala xwe difiroşe û ji bo tev li perwerdehiya oryantasyonê bibe di 15'ê Adarê de diçe Stenbolê. Lê belê berî biçe Amerîkayê bi rojekê sefera balafiran seba şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) tê betalkirin. Ji ber vê malbata Norouzî mecbûr dimîne careke din vegere mala xwe. Lê belê ji ber ku amûrên xwe firotine niha mal vikîvala ye.   AMÛRÊN XWE HEMÛ FIROTIN   Dayik Mansoureh Hosseynzadeh, anî ziman ku ji bo emeliyata zarokê xwe yê felcbûyî serî li gelek cihan dane û dû re hîn bûne ku dikarin kurê xwe li Amerîkayê emeliyat bikin. Dayik Hosseynzadeh, anî ziman ku piştî vê li Stenbolê bi rêya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Green Cardê serlêdan pêk anîne û serlêdana wan hatiye qebûlkirin. Hosseynzadehe, diyar kir ku piştî serlêdana wan hatiye qebûlkirin di 15'ê Adarê de amûrên li mala xwe ya li Enqereyê hemû firotine û got: "Me amûrên xwe pir bi erzanî firotin. Me got, ji xwe çawa be va em diçin û divê tiştek nemîne. Me her tiştê xwe firot. Em çûn Stenbolê. Di 18'ê Adarê de em ê biçûna Amerîkayê. Lê berî sefera balafirê bi rojekê sefer bi boneya vîrûsa coronayê hatin betalkirin. Piştî çend rojan em mecbûr man ji Stenbolê dîsa berê xwe bidin Enqereyê. Me amûrên xwe pir bi erzanî firotibûn. Niha em nikarin bikirin, mal vikîvala ye. Cînarên me hin qoltix, çend perçe xalî dan me. Ji xeynî vana tiştekî me jî tuneye."   Hosseynzadeh, diyar kir ku ji bo alîkariyê serî li Şaredariya Keçîorenê dane û got, şaredarî ji wan re gotiye "Em tenê alîkariya welatiyên xwe dikin."   Li BENDA ALÎKARIYÊ NE   Hosseynzadeh, anî ziman ku kurê wê Ehsan li Tirkiyeyê 3 caran emeliyat bûye û got: "Ji ber ku me amûrên xwe firotine li malê tiştek tuneye. Pêdiviya kurê min bi nivînekê heye. Cilşo, sarinc tunene. Bang li mirovên xêrxwaz dikim; divê kurê min emeliyat bibe, dixwazim alîkariya me bikin."   MA / Emrûllah Acar