Gardiyan tif dikin û bijîşkê revîrê jî biçûk dixîne 2020-05-07 09:36:39   EDENE – Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Navenda ÎHD’ê Îlhan Ongur, diyar kir ku Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê li dijî vîrûsê bi awayekî têrker bergirî nehatine girtin û bijîşkê revîrê gotinên nîjadperest ji girtiyan re dibêje.   Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Navenda ÎHD’ê Parêzer Îlhan Ongur, Ednamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Parêzer Yakûp Ataş, di 4’ê gulanê de çêbûn Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê û bi girtiyan re hevdîtin kiribûn. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Navenda ÎHD’ê Parêzer Îlhan Ongur, hurgiliyên serdanê û çavdariyên xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re ragihand.   BI 3 GIRTIYAN RE HEVDÎTIN KIRINE   Parêzer Îlhan Ongur, diyar kir ku bi girtiyan re hevdînan girtî kirine û wiha got: “Me bi girtî Mehmet Farûk Engîn, Ahmet Aycan û Abdûlkadîr Baybaras re hevdîtin kir. Bi giştî leşker û gardiyan bi berdevk bûn lê girtiyan bi berdevk û lepik anîn hevdîtina bi parêzeran re. Hin gardiyan jî bê berdevk bûn. Gardiyan ji 10 rojan careke ji bo dezenfektekirinê derman bi kar tînin. Ev derman jî tenê li têketina derenceyê tên kirin. Girtiyan got ku bi derfetên xwe kogûşan paqij dikin û li gel ku bi dehan car xwestine jî amûrên paqijiyê nedane wan.”   GARDIYAN LI KOGÛŞAN DIKUXIN Î TIF DIKIN   Ongur, destnîşan kir ku girtiyan ji wan re gotiye ku gardiyan bê berdevk û lepik dikevin kogûşan û gardiyanên bi navê G. û K. bi zanebûn li kogûşan dikuxin, tif dikin, bi solan derdikevin ser nivînan û ev tişt got: “Li kogûşên 10 kesî 14 kes dimînin. Daxwazên guhertina kogûşan ên girtiyan nayên bersivandin. Telefonê ku girtî pê diaxivin nayên dezenfektekirin. Xwarinê hindik didin girtiyan. Li gorî ragihandinên girtiyan di nav xwarinê de herî û lastik dertên. Gardiyan bê berdevk xwarinê didin girtiyan. Pereyên ku malbat ji girtiyan re dişînin nakeve hesabê girtîgehê.”   REWŞA KAYA XEDAR E   Di berdewama axaftina xwe de Ongur bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê Sabrî Kaya û têkildarî rewşa Kaya ev agahî da: “Rewşa Kaya gelek xedar e. Gelek caran qrîza dil derbas kiriye û xwîn rêjiyaye ser mêjiyê wî. Di nav mehekê de ji 10 caran zêdetir rakirine nexweşxaneyê. Lêpiştî derzî û serûmê careke din anîne girtîgehê. Ji bo tevdîrê Kaya kirine kogûşekê û weke refaqatçî jî girtî Mehmet Goz dane cem. Girtiyên me bi wan re hevdîtin kir, ragihandin ku bijîjkê revîrê F.T. nebaş nêzî wan dibe û nîjadperestiyê dike. Timik zimanekî biçûkxistinê bi kar tîne. Name û Rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan.”   BI BIJÎJK ZANIN     Ongur, da zanîn ku piştî girtiyan bi midurê 1’emîn û 2’emîn ên girtîgehê re jî hevdîtin kirine û wiha berdewam kir: “Miduran got ku bihabûna dezenfekteyan ne ji wan e û derbarê bijîjk F.T. de gelek gilî ji wan re jî diçin lê ji ber ku personelê Wezareta Tenduristiyê ye nikarin tiştekî bikin û muxatabê vê mijarê ne ew in. Dîsa gotin ku weqayên pozîtîf li girtîgehê tunene, ji bo kişandina pereyên girtiyan rojê personelekî diçe banqayê û rexneyên vê derbarê de qebûl nekirin. Qebûl kirin ku ji ber berdana girtiyên edlî bi qasî hefteyekê di xwarinê de pirsgirêk derketine û gotin ku niha pirsgirêk tuneye.”   MA / Hamdûllah Kesen