Li Zînî Wertê li xwe mikûr hatin heye, paşde kişandin nîne 2020-05-07 09:57:56   NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Necmetîn Salaz ê li herêmê rojnamegeriyê dike diyar kir ku fermanderek pêşmergeyan gotiye ‘em li dijî PKK’ê li vir in” û gengeşeyên “xwerêveberiyê” ya li Silêmaniyê jî bêtir girêdayî aborî ye.      Gengeşe û bertekên têkildarî devera Zînî Wertê ya Herêma Federe ya Kurdistanê ku YNK û PDK pêşmergeyên xwe lê kom kirine didome. Rojnameger Necmettîn Salaz ê li herêmê dixebite geşedanên li herêmê ji ajansa me re nirxand.      'EM LI DIJÎ PKK’Ê LI VIR IN’      Salaz bi bîr xist ku bi hênceta vîrûsa koronayê hêzên pêşmergeyan li Zînî Wertê kom kirine û got: “Lê e hênceta wan qet baweriyê nade mirovan.” Salaz da zanîn ku hêzên pêşmergeyan bi çekên giran li herêmê hatine bicihkirin û daxuyaniyê têkildarî hêncetê tên dayîn jî wek “pêkenok” şîrove kir. Salaz da zanîn ku li gorî Berpirsê pêşmegerên Helgûrt Arîf Yasîn daxuyanî daye çapemeniyê gotiye “em bi 450 pêşmergeyan hatine. Em li dijî PKK’ê li vir in. Em ê paşde jî nezivirin” û got: “Daxuyaniya vî pêşmergeyî li xwe mikûr hatina ji bo geşedanên li Zînî Wertê ye.”      ‘PROJEYA TIRKAN E’      Salaz diyar kir ku berpirsê pêşmergeyan Arîf Yasîn bi daxuyaniya xwe daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya “tevdîra vîrûsa koronayê ye” diderewîne û got: “Bicihkirina pêşmergeyan, projeyek Tirkan e. Rêberên PDK’ê li gel têkiliyên wan siyasî yên Tirkiyê di heman demê de têkiliyên pereyan jî hene. Geşedanên li herêmê diqewimin gelek fikarek mezin didin mirovan. PKK’ê ji bo pevçûnek muhtemel ya bi hêzên Pêşmergeyan re hêzên xwe ji herêmê dûr kiriye. Xelkê herêmê jî li dijî komkirina pêşmergeyan a li Zînî Wertê ye. Gelê herêmê gelek ji vê yekê aciz e. YNK’î jî aciziya xwe anî ziman û xwest pêşmerge vekişin. Xelkê herêmê banga vekişînê li pêşmergeyan kirin. Lê hêj tu vekişîn pêk nehatiye.”   GENGEŞEYA ‘XWERÊVEBERIYÊ’   Salaz bal kişand ser gengeşiya “derbasiya xwerêeberinê” ya Meclîsa Bajêr a Silêmaniyê jî û wiha got: “Gengeşiya bûye rojev mijarek dûr dirêj e a di navbera PDK’ê û YNK’ê de ye. Têikldarî pirsgirêkên navbera wan e. Bi taybetî di mijara hatina petrole de PDK û YNK li serê gengeşiyê dikin. Milê YNK ji bo pereyên ji petrolê tê îtîrazê wê hene. Ev alî di Meclîsa Bajêr de tên temsîlkirin. PDK jî heye. YNK jî heye. Îslamparêz jî hene, Goran jî hene. Û hemû hene. Lê belê kes nizane çi tê ser butçeyê û çi jê diçe. Xwe nagihînin van agahiyan. Di aliyê YNK’ê de ev yek aciziyek kûr dide nîşandan. Di rojên dawî de YNK ‘xwerêvebirinê’ daxwaz dike. Silêmanî, herêma Raperîn û Helebce wê wek blok derbasî ‘xwerêvebirinê’ bibe. Ji bo herêmê din jî tê gotin ‘çi tê xwestin bila ew bê kirin’ Heke ev rageşî kûr bibe wê ber bi aliyek talûkeve jî biçe.”   ‘DIVÊ PDK VÎ GAVÎ BINIRXÎNE’   Salaz gava ku Meclîsa Bajêr a Silêmaniyê avêtiye wek “gavek baş” şîrove kir û got: “Divê ku PDK vî gavî baş binirxîne. Ji bo rageşiyek muhtemel divê PDK baş li vî gavî binêre. Gengeşe li ser vê mijarê didomin û hevdîtinên hin navên di nava YNK’ê de bi partiyên siyasî re didome. Di rojên pêşiya me de wê biryarên teqez eşkere bibin. Di nava komîteyên ahtine avakirin de ji bilî PDK’ê hemû rêxistin hene û gengeşeyên vê yekê didomin. Modela vê ‘xwerêvebirinê’ ne wek yên Şengal û Rojava ye. Rêxistinên li vir hêj rastiya Kurdistanê wek tevgera welatparêz lê dinêre ew nanêrin. Gengeşeyên li Silêmaniyê bêtir li ser ekonomiye ne. Li Silêmaniyê û bajarên din ên herêmê di warê ekonomîk de newekhevî heye. Hin kes dewlemend in hin kes nan tune ye bixwin.”   MA / Ahmet Kanbal