KCD: Bi erêkirina cezayê Irmak li hemû gelê Kurd ceza hatiye birîn 2020-05-07 10:48:30 AMED - Kongreya Civaka  Demokratîk, têkildarî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ku cezayê Hevseroka KCD'ê ya berê Selma Irmak erê kir, daxuyanî da û bang li siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbir û hemû pêşengê civaka demokratîk kir ku li dijî polîtîkayên qirêj û li dijî hiqûqê hestiyar tev bigerin. KCD'ê da zanîn ku bi erêkirina cezayê Selma Irmak li hemû jinên têkoşer û gelê Kurd ceza hatiye birîn.  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî erêkirina cezayê Hevseroka KCD'ê ya berê Selma Irmak ku niha girtî ye daxuyanî da. KCD'ê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya ku cezayê Hevseroka KCD'ê ya berê Selma Irmak erê kir, rexne kir û wiha got: "Hevseroka me ya berê Birêz Selma Irmak demek dirêj e bi awayeki dîlgirtina polîtîk girtî ye. Dadgeha Bilind li dijî hiqûqa gerdûnî, edalet, wekhevî û mafê rêxistinê cezayê Irmak erê kir, Yên ku ev ceza erê kirin ji bîr kirine ku Selma Irmak berî her tiştî jinek şoreşker a Kurd e. Jinên kurd Selma Irmak bi salan e li dijî pergala faşizmê, nijadperestî, kevneperestî têdikoşe. Bi erêkirina cezayê Irmak, hemû jinên demokrat, têkoşer û siyasetê dimeşînin û hemû gelê Kurd ceza kirine. Ev ceza dê bêtir têkoşîna gelê Kurd û jina Kurd xurt bike. Bi van polîtîkayan dixwazin siyasetmedarên Kurd û saziyên Kurd rawestînin. Dixwazin saziyên Kurdan ên demokratîk kriminale bikin. Dixwazin siyaseta Kurd bifetisînin. Lê AKP tiştekî ji bîr dike. AKP kevirê destê xwe navêje gelê  Kurd tenê. Gelê Kurd bi kevirê AKP'ê jî têk naçe. Gelê Kurd 150 salin vê heqîqetê bi komkujî talankirin û wêrankirinê dijî. "    KCD'ê bang li AKP'ê kir û wiha got: "Niha iskara we ya dijminantiya Kurdan vegeriya ye polîtîkayek kor. Ji bîr nekin ku hûn dê rojekê bên ber deriyê Kurdan û hûn dê mohtacê Kurdan bibin. Ji ber vê yekê têkiliyên xwe yên bi gelê Kurd re ji nûve li ber çavan derbas bikin. Têkoşîna gelê Kurd a ji bo aştî, wekhevî, azadî, demokrasî û edaletê berê jî hebû di serdema we de jî heye û dê ji niha û şûnde jî hebe."      KCD'ê anî ziman ku kongreya wan dengê gelê Kurd e û wiha berdewam kir: "Hûn nikarin dengê me qut bikin. Xebatên me yên kongreyê, mafê gelê Kurd ê rewa, adîl û mafdar e. Parastina KCD'ê parastina Kurdan e."    KCD'ê herî dawî anî ziman ku Selma Irmak rûmeta gelê Kurd e û wiha bang kir: "Em bang li gelê Kurd, rêxistinên demokratîk, akademîsyen, siyasetmedar û hemû nûnerên rêxistinên demokratîk dikin ku li dijî van polîtîkayan hestiyar tev bigerin. Em dixwazin ku bi kongreya me re di nava piştevaniyê de bin û ji AYM'ê bixwazin ku bi lez cezayê erêkirina cezayê Selma Irmak rawestînin. "