Bavê Dînç: Di pişt û qirika wî de şop hebûn 2020-05-07 11:27:34 AMED - Bavê Devran Dînç ku li navçeya Sûrê mirî hatî dîtin Îsmet Dînç, diyar kir ku polisan wî qereqol bi qereqol gerandine û ev tişt got: “Haya qereqolan ji hev tuneye. Çar rojan cenazeyê kurê min di nava du nokteyên polîsan de bû. Di pişt û qiriqa wî de derp hebûn. Ev lawik bi îşkenceyê hatiye kuştin.” Dewran Dînç ê 21 salî yê di 30’ê nîsanê de ji mala xwe derket, di 4’ê gulanê de li navçeya Sûrê ya Amedê 10 metre nêzî nokteya kontrolê ya polîsan mirî hat dîtin. Malbata Dînç, di 5’ê gulanê de cenazeyê kurê xwe girt û defin kir. Bavê Dînç Îsmet Dînç, têkildarî miranê kurê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   LI ŞUNA BIGERIN PIRSA EMIR KIRINE   Dînç, diyar kir ku kurê wî beriya ku wina bibe ji baparî xwe re derman biriye û wiha got: “Piştî ku 2 saetan li mala bapîre xwe dimîne, derdikeve derve. Li derve bi jinxala xwe ya li Stenbolê re diaxive. Ji jinxala xwe re dibêje ez li Sûrê me. Heta saet 00.00’an ku qedexeyê dest pê kir lê geriyam lê telefona wî girtî bû. Pişt re lawê min ê mezin û birayê min çûn nava Sûrê lê geriyan. Saet di 04.00’an de hatin malê. Serê sibê saet di 08.00’an de çûn qereqolê pirsa wî kir. Ji me re gotin ‘ne li nexweşxaneyan, ne li girtîgehan, ne jî di destê me de ye.’ Pişt re em dîsa çûn Sûrê lê geriyan û lê me nedît. Piştî ku me nedît îlana windabûna wî da. Lê qereloê pirsa ‘çend salî ye?’ kirin û dema ku min got 21 salî ye. Gotin ‘piştî ku 21 salî be em nikarin tiştekê bikin.’ Dîsa em hatin malê.”   QEREQOL QEREQOL DIGERE   Dînç, destnîşan kir ku çûye Muduriyeta Ewlehiyê wan jî ew şandine Qereqola Rezanê û têkildarî gera xwe ya li qereqolan ev agahî da: “Ez çûm Qereqola Rêzanê gotin ‘tiştekî ku em ji we re bikin nîne. Lawik reşît e 21 salî ye. Dê were malê’. Roja din ez çûm Qereqola Sûrîçî ya Sûrê. Qereqolê got ‘ne girêdayî me ye herin Qereqola Rêzanê.’ Em çûn Qereqola Rêzanê gotin li 155’ê bigerin. Li li 155’ê geriyam û xwest ku li kurê min bigerin. 155’ê jî nimreya telefoneke din da me. Em li wê geriyan wê nimrê jî got ez ê we bi Qereqola Rezanê ve girêbidim. Dîsa girêdayî qereqolê kirin. Roja sêyan bû. Dîsa gotin tiştekî ku em bikin tune ye û ne bi me re ye. Li morga jî tune ye. Pişt re ez Qereqola Saraykapiyê ji wir jî hatim Qereqola Deriyê Mêrdînê. Wan jî gotin kesekî ku li van dera derbasbûyî tune ye. Çûm ba kê gotin here malê. Haya qereqolekê ji qereqolekê tunebû.”   AGAHÎ DIDIN PÎRA WÎ   Dînç, destnîşan kir ku gumana ku kurê wan di destê polisan de be kirine û wiha dirêjî da vegotina lêgerîna kurê xwe: “Roja duşemê em dîsa tev geriyan, polîsan telefonî xwesiya min kirin. Jê re gotin, ‘ Devran Dînç çî yê te ye? Vaye me ew qefaltiye li gel me ye’. Wexta ku cenazeyê wî dîtine li xwesiya min geriya ne lê negotine mirî ye. Xwesiya min li min geriya û ev agahî dan min. Di vê kêliya de mirovekî me telefonê min kir û got, ‘ xalo cenazeyekî dîtine polîs û dozger tev hatine ser û were’. Ez beziyam çûm wê derê. Pişt re dayika wî ew jî hatin. Min got nasnameya wî bi min re ye tiştek li ser derketiye? Telefona wî hebû. Gotin na tiştek li ser derneketiye.”   CIHE CENAZE   Di berdewamê de Dînç, bi lêv kir ku cenazeyê kurê wî ji wir birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê û wiha doman: “Ji me re jî gotin herin nexweşxaneyê. Dayika wî got lazime cihê ku lawik lê hatiye kuştin bibînim. Cih hinek bilind bû. Di hundirê Sûrê de. Ez çûm cihê cenaze. Min dît ku telefona wî li cihekê ye batarya li cihekê û telefona wî jî li cihekê. Min telefonê komkir teslîmî qereqolê kir. Roja 30’ê nîsanê lawê min hatiye kuştin. Çar roj cenazeyê kurê min di nava du nokteyên polîsan de bû. Di pişt û qiriqa wî de derp hebûn. Ev lawik bi îşkenceyê hatiye kuştin. Gelek tedayî lê hatibû kirin. Lawik di cihê kilîtkirî de hatiye dîtin, kes nikare wê derê veke. Kê biriye wê derê? Bangawaziya me jî ew e ku faîlê lawê min derkeve holê. Ji bo ku dilê me rehet be.”