Me gorên qurbaniyên Covîd-19’ê yên li Stenbolê yek bi yek jimart 2020-05-07 11:29:13   STENBOL – Li Stenbolê yên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane heta niha 3 hezar û 108 kes li goristanên Beykoz, Kayabaşi, Sîlîvrî û Kilyos hatine veşartin. Her çiqas destpêka mirina ewil a koronayê 16’ê adarê hatibe eşkerekirin jî lê balkêş e ku dîroka mirina li ser hin goran 1’ê adarê hatiye nivîsandin.   Felaketa vîrûsa koronayê (Covîd-19) a li serê dinyayê bûye bela kujeriya xwe didomîne. Li gorî daneyên hejmara miriyan û kesên bi koronayê ketine tên belvkirin gumanên cidî di van hejmaran de heye. Rêxistinên tenduristiyê diyar dikin ku hejmara miriyan û kesên pê ketine sê qat bi ser hejmara wezîr dide re ne. Rêxistinên tenduristiyê dibêjin ku hin kesên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest didin ku ji nexweşînên din miribin tên nivîsandin.   Di serê bajarên hejmara miriyan lê tê veşartin Stenbol tê. Herî zêde şewb bandora xwe li Stenbolê nÎşan dide. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ya di 29’ê nîsanê de rêjeya giştî ya weqayên li Tirkiyê ji sedî 60 li Stenbolê ye.   HEJMARA MIRIYAN LI GORÎ PAR 3 HEZAR Û 600 KES ZÊDE NE   Li gorî qeydên Miduriyeta Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê a di raya giştî de belav bûye, di mehên adar û nîsanê de li Stenbolê bi giştî 16 hezar û 345 kes mirin e. Ev hejmar sala par di adar û nîsanê de 12 hezar û 745 kes mirin e. Îsal di vê serdema em behsa wê dikin 3 hezar û 600 kes hin zêdetir mirine. Ji van kesên jiyana xwe ji dest dane nayê zanîn ka çend kes ji ber koronayê mirine.   Di nava du mehên dawî de kesên li Stenbolê jiyana xwe ji dest dane bi piraniya wan li goristanên li Başakşehîr (Kayabaşi), Sîlîvrî, Kilyos û Beykoz hatine veşartin.   HEZAR KES LI KILYOSÊ HATINE VEŞARTIN   Em wek ajans di 28-29-30’ê nîsanê de çûn van her çar goristanan. Me li van goristanan cihê ji bo miriyên şewbê hatine veqetandin goran yek bi yek jimart. Ewil em çûn goristana Kilyosê. Li cihê ku ji bo şewbê hatiye veqetandin balkêş e ku tije gor in. Li vir cihê kolandina goran nemaye. Me yek bi yek goran jimart, bi giştî hezar gor li vir hene. Tiştek din ku li ser goran bala me dikişîne jî dîroka mirina kesan e. Li ser kêlikên goran dîroka mirinê 1’ê adarê hatiye nivîsandin. Halbûkî li gorî daxuyaniyên fermî li Tirkiyê weqaya ewil di 11’ê adarê de derketiye û mirina ewil jî di 16’ê adarê de qewimiye. Her wiha li goristên din jî dîroka ku li ser goran hatiye nivîsandin ji serê adarê dest pê dike Aû heta dawiya nîsanê tên xuyakirin.   LI BEYKOZÊ HEJMAR 950 KES IN   Piştî Goristana Kilyosê me berê xwe Goristana Beykozê. Li vir zeviyek sax ji bo miriyên şewbê hatiye veqetandin û em hîn dibin ku miriyên koronayê ku li Aliyê Anadolûyê pêk hatine qismek mezin jê anîne li vê goristana Beykozê veşartine. Beşek ji vê goristanê hemû bi goran hatine tijekirin. Me gorên li vir jî yek bi yek jimart. Li gorî ku me gor jimartin 950 gor hene.   LI SÎLÎVRIYÊ CIHÊ VALA NEMAYE   Em jimartina û lêkolîna li Goristana Beykozê diqedînin û ji vir jî berê xwe didin Goristana Sîlîvrîyê. Li Sîlîvriyê rewş cuda ye. Li cihê ji bo miriyên koronayê hatiye veqetandin 500 kes hatine veşartin. Wezîfedarên li goristanê diyar dikin ku ji ber li cem wan cih nemaye kesên hêj nû dimirin ev demeke dibin li Goristana Kayabaşiya Başakşehîrê tên veşartin. Li ser vê agahiyê me ji Sîlîvrîyê jî berê xwe Goristana Kayabaşiyê ya li Başakşehîrê.   LI KAYABAŞIYÊ BI DARBESTAN VEŞARTINE   Li Goristana Kayabaşiyê qadek fireh ji bo miriyên koronayê hatiye veqetandin. Li vir gora 658 kesên ji ber koronayê mirine tên dîtin. Cudahiyek li vê goristanê heye. Ev cudahî jî ew e ku dîroka mirina kesan li ser goran nehatiye nivîsandin. Dema me vê yekê ji xebatkarên goristanê pirsî jî xebatkaran got di meha nîsanê de sê hefte li ser hev bi piraniya kesên ji ber koronayê mirine anîne li cem wan bi darbestan veşartine.   DÊ DI DEMEK NÊZ DE TIJE BIBE   Xebatkarên goristanê diyar kirin ku tenê kesên ji ber koronayê mirine anîne li vir veşartine û hin malbat jî xizmên wan ên ji ber koronayê mirine jî birine li goristanên xwe yên malbatî veşartine. Xebatkaran da zanîn ku dê di demek nêz de goristan tije bibe û ji bo cih çêkirinê jî bi xwediyên eraziyên derdorê re hevdîtin pêk anîne û hêj li hevkirine pêk nehatiye.   HEJMARA GIŞTÎ 3 HEZAR Û 108 KES IN   Li gorî jimartinên me yên li her çar goristanan bi giştî 3 hezar û 108 gor hene. Me hejmara miriyan ji xebatkarên goristanan pirsî. Ew dibêjin ku hejmara miriyan ji hejmarên hatine eşkerekirin zêdetir e. Di vê navberê de cenazeyek nû tînin goristanê. Me sedema mirinê ji xizmên cenaze pirsî û ew dibêjin ku ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.   MA / Erdogan Alayûmat