HDK'ê banga 'bêalîtiyê' li AYM'ê kir 2020-05-07 13:20:01   STENBOL - HDK'ê ragihand ku guhertina qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî nehatine daxilkirin, binpêkirina mafê wekheviyê ye.   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî rewşa girtîgehan daxuyaniyek weşand ku ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) gef û metirsiyeke mezin li ser heye. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi guhertina qanûna înfazê re ya li Tirkiyeyê hate bicihanîn, cihêkarî li girtiyan hatiye kirin. HDK'ê bi bîr xist ku girtiyên siyasî li derveyî guhertina înfazê hatine hiştin û got: "kesên ji ber sûcên kuştina mirovan, êrişa zayendî, qaçaxçitiya mirovan, bertîl, sextekarî, nefret û cihêkarî, fesadiya di îhaleyê de û revandina zarokan hatin girtin, hatin berdan."   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi vê guhertinê re maf û azadî hatin bisînorkirin, pîvana wekheviyê hate binpêkirin û wiha hat gotin: "Li girtîgehên Tirkiyeyê ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsa koronayê, bicihanîna tevdîra mesafeya civakî bi qasî ku nepêkane zehmet e. Her wiha malzemeyên hîjyenê jî nadin girtiyan."   Di daxuyaniyê de têkildarî guhertina qanûna înfazê banga "bêalîtiyê" li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) hate kirin. Her wiha ji rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî hate xwestin ku li ber vê qanûna cihêkar û binpêkirina pîvana wekheviyê rabin.  Ji Tirkiyeyê jî hate xwestin li gorî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî tevbigere û girtiyan berde.