Îbrahîm Gokçek jiyana xwe ji dest da 2020-05-07 13:58:18 STENBOL - Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê 323 rojan di rojiya mirinê de ma û dawî li çalakiya xwe anî, jiyana xwe ji dest da.   Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê 323 rojin di rojiya mirinê de ma û di 5'ê Gulanê de dawî li rojiya xwe anî, jiyana xwe ji dest da. Gokçek di 5'ê Gulanê de li Mala Berxwedanê ya li Kuçukarmûtlûyê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku rojiya xwe bi dawî kiriye.  Gokçek di 5'ê Gulanê di roja 323'an de daxuyanî da û diyar kir ku dawî li çalakiyê naîye. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Alî Şeker, Parlamenterê Partiya Karkêrn Tirkiyeyê  (TÎP) Bariş Atay, Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, Parlamenterê HDP’ê yê bere Ferhat Encu, hunermend Pinar Aydinlar û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.  Gokçek piştî ragihand ku çalakiya xwe bi dawî kir, bi ambûlansê rakirin nexweşxanê.    GOKÇEK DI 28'Ê NÎSANÊ DE BANG KIRIBÛ     Îbrahîm Gokçek, di 316 rojên rojiya mirinê roja 28'ê Nîsanê de bal kişandibû ser berxwedana xwe û wiha goibû: “Ji bo me cih û dîrokê diyar bikin û soza konserdayînê bidin. Hevalên me yên xebatê Alî Araci û Sûltan Gokçek ku wê danişîna wan bê dîtin serbest berdin. Rêya rawestandina mirinan eve. Em ne rehmê ji we dixwazin û ne jî banga wijdanê ji bo we dikin. Em edaletê dixwazin. Pêdiviyên hiqûqî bi cih bînin û mirinan rawestînin. Gelo çima daxwazên Grûp Yorûm ên rewa nayin pêşwazî kirin?”