Îdîanameya rojnamegeran hat qebûlkirin 2020-05-07 16:22:07 STENBOL - 34'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê îdîanameya ku dozger der barê 6 rojnamegeran de bi îdîaya "muxalefeta qanûna MÎT" û  "Belgeyên veşarî aşkere kirine" amade kiriye qebûl kir.  Der barê 6 rojnamevanên ku ji ber nûçeyên xwe yên der barê eskerên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dan de hatin girtin îdianame hat amadekirin. Dozger bi hinceta "Muxalefeta li dijî Qanûna MÎT'ê" û "Belgeyên veşarî aşkere kirine" îdîaname amade kir û pêşkêşî 34'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê kir. Heyeta dadgehê îdîaname qebûl kir. Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê ferhat Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser, Midûrê Nûçeyan ê Odatv'yê Bariş Terkoglû, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Odatv'yê Bariş Pehlîvanoglû, nûçegihana Odatv'yê Hulya Kilin û nivîskarê Rojnameya enîçagê Mûrat Agriel di 9'ê Adarê de hatibûn girtin.      DADGEHA SULHÊ GIRTINA WAN TALOQ KIRIBÛ   2'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê, der barê 6 rojnamevanan de biryarek skandal dabû. Dadgehê der barê 6 rojnaemgeran de bêyî parêzerên wan tev li lêkolîna dosyayê ya navberê bibin, biryara berdewama girtinê dabû.