Zabita Şivan ceza kir 2020-05-07 17:15:01   WAN - Zabitayên Şaredariya Wanê ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, ji ber Nedim Yîgîterê keriyê pezê xwe di kolana Maraşê ya Wanê re derbas kir 288 TL cezayê pereyan lê birîn.      Zabitayên Şaredariya Wanê ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, Nedim Yîgîterê keriyê pezê xwe di kolana Maraşê ya Wanê re derbas kir, ceza kirin. Şivan Nedim Yîgîter ji ber keriyê pezê xwe di kolana Maşar a Navçeya Îpekyolu ya ku hefteyek e ji ber vîrûsa corona li trafîkê hatiye girtin re derbas kir, hat cezakirin. Zabitayên Şaredariya Îpekyolu ya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin li Yîgîter 288 TL cezayê pereyan birîn.