Tirkiye dîsa av ji ser Hesekê qut kir 2020-05-07 18:18:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Di pêvajoya ku qedexeya derketina derve ya li dijî Vîrûsa Corona didome de komên OSO yên girêdayî Tirkiyeyê cara 6`emîn ava stasyona Elok a rojhilatê bajarê Serêkaniyê li ser bajarê Hesekê qut kir.      Komên çekdar ên OSO  yên bi pere û girêdayî Tirkiyeyê cara şeşemîn ava Elokê ji ser Hesekê qut kir. Stasyona Elok stasyoneke sereke ye, avê dide nêzî nîv milyon şêniyên kantona Hesekê, navçeya Til Temir, kampên li herêmên wekî Hol, Waşûkanî û Erîşa. Li bajarê Hesekê bi hezaran koçberên herêma Serêkaniyê û navçeya Zirganê û herêmên xeta şer lê dijwar e hene. Gerînendetiya Avê ya Hesekê ji ANHA`yê re diyar kir ku av ji stasyona Elok hatiye qutkirin. destnîşan kir ku xebatkar ji beriya 10 rojan ve derbasî stasyonê nebûne û heta niha sedemên qutkirina avê nehatine diyarkirin.