Li Tirkiyeyê 57 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan 2020-05-07 19:54:24 NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 57 kesên din jî ji ber şewba vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane. Hejmara kesên heya niha ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 641.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên şewba coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xw eyê twîtterê parve kir.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 57 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 977 kesên din jî bi şewba coronayê ketine. Tevî daneyên dawî hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 641 û hejmara kesên bi şewbê ketine jî bû 133 hezar û 721.