ROJEVA 8'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-08 09:00:35 * Di çarçoveya "Kampanyaya Xwişk û Bira" ya HDP'ê de li Erdexanî Qersî Îdir, Agirî, Erzirom, Mûş, Colemêrg, Wan û Bedlîsê 7 hezar malbat gihan malbatên xwe yên xwişk û bira.  * Welatiyan anî ziman ku îsal ji ber krîza aborî û şewba coronayê nikarin pêdiviyên xwe yên ji bo meha Remezanê jî peyda bikin.    * Li Rihayê bi hezaran malbat ji bo karên demsalî dan serê rêyan. Malbata Ekîcî ku 30 sal in karên demsalî dike, diyar kir ku zarokê wan li nav erdan mezin bûne.    * Dayika ku xizmetkara tenduristiyê ye Başak Edge Gurkan, bi minasebeta roja dayikan diyar kir ku ji ber şewba vîrûsê ji meha Adarê heta niha ber karê zêde rêya malê nabînin û nikarin wexta xwe ji zarokan re veqetînin. Gurkan, anî ziman ku rayedar zorê li wan dikin ku yan zarokan an jî kar hilbijêrîn û wiha got: "Hin dayik jî ji ber zextên hevjînê xwe ya dê şewbê bîne malê nikarin biçin malê."   * Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê, cezayê li bersûcên du zarokên ku di bin blokên betonî yên dibistanê de mabûn û jiyana xwe ji dest dabûn hatibû birîn, kêm kir.    * Parlementerê HDP'ê Mansûr Işik ku bi salan parêzeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kiriye, got: "Îqtidar, serdest li çareyeke baş digerin lê nabînin. Pêdivî bi dahurandin û analîzên Ocalan heye."    * Dadgeha Bilind cezayê li Hevseroka KCD'ê ya berê û Parlementera HDP'ê ya berê Selma Irmakê hatibû pesend kiribû. Diya wê Emîne Irmak bertek nîşanî vê yekê da û got: "Min xwest keça min û hevalên wê bên berdan. Lê rabûn beriya Roja Dayikan cezayê wê erê kirin."    * Endamê OHD’ê Abdûrrahman Karabûlût derbarê hevdîtina girtiyên Girtîgeha Seydîşehîrê diyar kir ku heke daxwazên girtiyên pêk neyên wê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bê dem wergêrînin rojiya mirinê.   * Dayikên Girtiyan derbarê Roja Dayikan diyar kirin ku roja ku zarokên wan azad bûn wê demê hemû roj rojên dayîka ne. Dayikan xwestin ji ber şewba coronayê û Roja Dayikan zarokên wan hemû werin berdan.   * Navenda Piştevaniyê ya Jinê ku di bin banê Şaredariya Qersê de hatiye avakirin, di warê derûnî, civakî û hiqûqî de piştgiriya jina dike. Hevşaredar Şevîn Alaca, anî ziman ku armanca wan ew e ku vî bajarî bikin ku jin rihetir lê bijîn.    * Nêzî 2 hezar karkerên ku ji Tirkiyeyê ji bo çêkirina rêhesinê şandine Tanzanyayê, hem ji ber rejîma otorîter hem jî ji ber şewbê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne. Karkerekî ku xwe gihand ajansa me û nexwest navê wî bê aşkerekirin bang li rayedaran kir: "Rojek berî rojekê werin me ji vira bibin."    * Pêşketên derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) dê bên şopandin.   * Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê jiyana xwe ji dest da wê li Kayseriyê bê definkirin. (10.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, wê li avahiya Rêveberên Herêmê ya Partiya xwe ya li Amedê derbarê rojevên heyî de daxuyanî bide. (11.00)