Li Serhedê 7 hezar malbat bûn 'xwişk û bira' 2020-05-08 09:03:31 WAN - Di çarçoveya "Kampanyaya Xwişk û Bira" ya HDP'ê de li Erdexanî Qersî Îdir, Agirî, Erzirom, Mûş, Colemêrg, Wan û Bedlîsê 7 hezar malbat gihan malbatên xwe yên xwişk û bira.  "Kampanyaya Xwişk û Bira" ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku piştî şewba coronayê (Covîd-19) dest pê kiribû hatibû destpêkirin didome. HDP'ê ji bo kampanyayê bi rê ve bibe li Tirkiyeyê 50 koorîdnasyonên krîzê ava kirine û li van navendên koordînasyonê kampanyayê bi rê ve dibe. Heya niha di çarçoveya kampanyayê de li Erdexan, Qers, Erzirom, Mûş, Colemêrg, Wan û Bedlîsê 10 hezar malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye hatine tespîtkirin û ji van alîkariya 7 hezar malbatî hatiye kirin.    Endamê Desteya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê û Endamê Meclîsa Partiyê Yûnûs Parîm û Berdevkê Herêm yê Meclîsa Partiyê Ozgur Zeydanoglû, rewşa kampanyayê û astengiyên pê re rû bi rû dimînin nirxandin.   'ÎQTIDAR JI KAMPANYAYA XWIŞK Û BIRATIYÊ JÎ DITIRSE'    Parîm, anî ziman ku partiya wan têkildarî vê pêvajoyê hin poltîka diyar kirine û polîtîkayên hatine diyarkirin pêk tînin. Parîm, destnîşan kir ku bi Kampanyaya Xwişk û Bira piştevaniyeke mezin derketiye holê. Parîm, zext û zoriyên îqtidarê yên di dema şewbê de jî nirxandin û got: "Gava em hewl didin xwe bigihînin xwişk û birayên xwe, em bi îqtidareke ku bi her awayî ji 'xwişk û biratiyê' ditirse re rû bi rû dimînin. Îqtidar ji 'kampanyaya Xwişk û Biratiyê' jî ditirse. Li navçe û bajaran alîkariyên rêxistinên me asteng dike. Her wiha ji bo qoliyên alîkariyê yên şaredariyê me giştînameyek derxistin û gotin divê teslîmî Koma Vefayê bên kirin. Li Agiriyê rêveberên me yên ku qoliyên alîkariyê belav dikirin hatin binçavkirin û dest danîn ser alîkariyan. Alîkariyên Şaredariay Qersê îllegalîze dikin. Yanî em bi gelek pirsgirêkên bi vî rengî re rû bi rû mane."    'AKP LI PEY RANTÊ YE'    Parîm, destnîşan kir ku îqtidar û hikûmet ji bo her tiştên HDP'ê kirasekî difesilîne û got, di dema felaketeke ku hemû mirovahî dîl girtiye de jî dev ji van refleksên xwe bernedaye. Parîm, got: "Ev hikûmet di ezmûnn samîmiyetê hemûyan de maye. Haya me ji vê heye  û em li gor wê tev digerin. Me ev yek di erdheja Elbak û Xarpêtê de jî dît. Hikûmeta ku divê li dijî xizaniyê bitêkoşe, lê radibe li hemberî HDP a ku dixwae alîkariya xizanan bike têdikoşe. Çawa ku li her qadê tekparêzeiyê ferz dike, niha dixwaze alîkarî jî di bin tekela wê de bin. Dibêje, li welatê tenê ez dikarim alîkariyê bikim. Lê vê yekê ne wek divêtiyeke polîtîkaya civakiyî, ji bo hesab û kîtabên xwe yên siyasî dike."    Parîm, destnîşan kir ku lê belê ligel hemû zext û astengiyên îqtidarê jî ew ê heya dawiya meha Remezanê alîkariyê bigihînin hemû malbatên hatine tespîtkirin û got: "Bîrdozî, partî û hesabê xizaniyê tuneye." Parîm, bilêv kir ku wê xebatên wan bi vê ferasetê bidomin û çi ji destê wan bê ew ê bikin.    Ozgur Zeyndanoglû jî got: "Niha em kampanyayeke pir serkeftî bi rê ve dibin. Armanca kampanyaya me ew e ku piştevaniyê li nav civakê belav bikin û bi piştevaniyê ji derheqê van rojên zor û zehmet derkevin. Em tenê navbeynkar in. Ev kampanya, kampanyaya kesên xwedî li hev du derkievin bi xwe ye. Bi vê kampanyayê re du tişt derketin holê. Yek, d dema faşîmzê de jî fikrên afirîner ên ji derheqê qedexeyan derdikevin hene. Dudo; rêgeza piştevanş, jiyana bi hev re ya civakê di ser hemû siyasetan re ye û tişta divê siyaset bike jî tenê civak e."    MA / Adnan Bîlen