Dayika Irmakê: Beriya Roja Dayikan ceza li keça min birîn 2020-05-08 09:04:47 MÊRDÎN – Dadgeha Bilind cezayê li Hevseroka KCD'ê ya berê û Parlementera HDP'ê ya berê Selma Irmakê hatibû pesend kiribû. Diya wê Emîne Irmak bertek nîşanî vê yekê da û got: "Min xwest keça min û hevalên wê bên berdan. Lê rabûn beriya Roja Dayikan cezayê wê erê kirin."  Dadgeha Bilind 10 sal cezayê girtîgehê yê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya berê Selma Irmakê hatibû birîn erê kir. Diya wê Emîne Irmak bertek nîşanî vê yekê da û got: "Min xwest keça min û hevalên wê bê berdan. Lê rabûn beriya Roja Dayikan wekî diyarî cezayê wê erê kirin."    ‘GIRTÎGEH BÛYE PERÇEYEK JI JIYANA WÊ'    Dayik Irmak, anî ziman ku keça wê ji ciwantiya xwe ve siyasetê dike û her tim bedêl daye û got: "Hê xwendekar bû hat girtin. Ji wê çaxê heya niha girtîgeh bûye perçeyek ji jiyana wê. Lê tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Çi qas cez alê dibirin bila bibirin wê dev jê bernede. Tim û tim bi serbilindî têkoşiya. Pê bawer im wê wisa jî dewam bike."   Irmak, diyar kir ku keça wê hem ji bo mafê xwe hem jî ji bo mafê gelê kurd û mirovên mazlûm biparêze siyasetê dike û got: "Selam bû keça vî gelî. Ji ber ku keça vî gelî ye, tim û tim bi zextan re rû bi rû maye û hatiye girtin. Sûcê wê tenê kurdbûna wê, parastina mafê gelê kurd e. Ji xeynî vê tu sûcê wê tuneye."    ‘NE GUH DAN NEXWEŞÎNÊ NE JÎ EDALETÊ'    Dayik Irmak, destnîşan kir ku piştî vîrûsa coronayê (Covîd-19) belav bûye girtîgeh bûne yek ji qadên xetereyê û got ji bo vê xwestine Selma Irmak û girtiyên siyasî hemû bên berdan.    Irmak, got: "Ji bo bê berdan min gazî kir, lê dadgehê bi cezakirinê bersiva banga min da. Lê bi têkoşîna keça xw eserbilind im. Tu sûcê wê tuneye. Lê rabûn 10 sal cez alê birîn. Nexweşîn heye, em li bendê bûn ew û hevalên xwe tev d ebên berdan. Lê ne guh dan nexweşînê ne jî edaletê."    WEKÎ XELAT CEZA DANE   Dayik Irmak, destîşan kir ku ji ber şewba coronayê nikare derkeve derve û ji bo hevdîtinên ku li girtîgehan pêk nayên jî got: "Ez jineke 70 salî me. Derdê min berî bimirin careke din Selmayê bibînim. Ji bo bi vê ehsretê neçim têdikoşim. Min got belkî di Roja Dayikan de keça min bê û ez ê wê têr hemêz bikim. Ji bo ekça min û hevalên wê bên berdan min bang kir. Lê rabûn beriya beriya Roja Dayikan wekî diyarî cezayê wê erê kirin. Ev ceza tenê ne li wê li malbata wê jî hatiye birîn. Selma û hevalên wê silav dikim. Duayê min ji bo wan e."    MA / Ahmet Kanbal