‘Heke daxwazên wan pêk neyên wê bikevin rojiya mirinê’ 2020-05-08 09:11:21 AMED - Endamê OHD’ê Abdûrrahman Karabûlût derbarê hevdîtina girtiyên Girtîgeha Seydîşehîrê diyar kir ku heke daxwazên girtiyên pêk neyên wê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bê dem wergêrînin rojiya mirinê. Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Abdûrrahman Karabûlût têkildarî hevdîtîna girtiyên ku li Girtîgeha Seydîşehîr a Konyayê ketine greva birçîbûnê ya be dem axivî. Karabûlût, diyar kir ku ser xwesteka malbatên girtiyên wek OHD bi girtiyên çalakger re axivî ye. Akbulut, dazanîn ku hevdîtin di 7’ê Gulanê de pêk aniye û wiha got: “Girtiyên ku ez pê re axivî O.K, Ş.F, D.A, bi tena serê xwe di hucreyê de ne, M.A, C.D, R.E, Y.U di kawişê de ne û M. A jî ji ber ku nexweş e di hucreya revîrê de tê girtin. Girtî ketine greva birçîbûnê, heke ku daxwazên wan neyên pêşwazî kirin wê çalakiya xwe wergêrînin rojiya mirinê. Daxwazên girtiyan yek muameleya derveyî mirovahiyê hejmara ku bi yek rêz tê kirin were bi dawî kirin û hevalên wan yên avêtine hucreyan paşve bînin odeyên wan e. Ne li hemberî hejmarê ne lê dixwazin ku tarzekî li gor rumeta mirovahiyê were kirin.”   ‘RASTÎ ÎŞKENCE Û MÛAMELEYEKE NEBAŞ HATINE’   Karabûlût, da zanîn ku girtiyan daxwazên xwe yên nivîskî û devkî ji gelek saziyan re parve kirine lê tu daxwazên wan nehatine pêşwazî kirin û di encama wê de jî girtî di 5’ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem kirine. Karabûlût, dest nîşan kir ku dema hevdîtînê de hemû girtiyan diyar kirine ku rastî mûameleyeke nebaş û îşkenceyê hatine û wiha axivî: “Girtî dema li hemberî hejmara ser piya derdikevin gardiyan wan derp dikin, bi darê zorê radikin ser piya û rastî îşkence û muameleyeke nebaş hatine. Di vê navberê de ji girtiyan Y.U ji pozê wî birîn bûye û xwîn jê hatiye. Di wê xirecirê de girtiyên din de jî pelixîn çêbûye. Ji girtiyan Ş.F cezayê hucreyê nîne jî di hucreyê de tê girtin. Sergardiyan Erhan, Mudurê 2’yemîn Hasan û gardiyan Adil yên ku girtî paşnavê wan nizanin heqaret li girtiyan kirine û gef lê xwarine.”   ‘LÊPIRSÎNÊN NE RAST Û BÊ ÛSÛL VEKIRINE’   Karabûlût, anî ziman ku gelek girtiyan 6’ê Gulanê roja telefona wan bû lê dernexistine û ji wan re gotine roja înê dê derxînin telefonê û wiha berdewam kir: “Ji girtiyan M.A nexweşê astimê ye di hucreyê de tê girtin. R.E fitika stû lê heye li ser wê jî bi darê zorê sayimê bi wan didin kirin. Heta vê gavê di du rojan de ji her girtî re pênc caran lêpîrsînên ne rast û bê ûsûl vekirîne û hêj tu lê pirsînan encam negirtî ye. Girtî diyar dikin ku bi van lêpirsînên keyfî dixwazin înfaz bên şewitandin û hevdîtinên wan yên malbata ji destê wan bê girtin. Berzkirina dirûşma ‘rumeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe’ wek ‘Bijî Kurdistan’ di girtenmeyê de nivîsandine û bi derew û bê ûsûl girtename hatine girtin. Ji lêpirsînên berê hatî vekirin înfazên hinek girtiyan şewitandin. Ji bo lêpirsînên hatine destpêkirin divê parastineke bi bandor pêş ve bibin.”   SERLÊDANÊN GIRTIYAN RED KIRIN   Karabûlût, bilêvkir ku hewceye mehê bêsînor pirtûkan bidin girtiyan lê mehê 5 pirtûkan didin û wiha got: “Ji girtiyan O.K ji ber ku misilman e pirtûka Încîlê jê wergirtine. Gazîkirina gardiyanan a ‘kurê min’ girtiyan diêşine. Girtî li dijî van bê hiqûqiyan serî li mudurê girtîgehê, Hakimên Înfazê, Dozgerên girtîgehê û yên Dadgehên Cezayên Giran dan. Lê serîlêdanên wan hemûyan hatine red kirin ev jî nîşan dide ku hemû sazî û dezgeh bi heman armancê tevdigerin.” Karabûlût, herî dawî got ku piştî ku tiştên di girtîgehê de diqewimin, ji girtiyan guhdar kir û ji girtiyan xwestiye greva birçîbûnê bi dawî bikin û got: “Min ji girtiyan re got ku em ê di nava hewldanên hiqûqî û siyasî de bin lê girtiyan diyar kirin ku daxwazên wan pêk neyên wê greva birçîbûnê ya bê dem wergêrînin rojiya mirinê.”   Fahrettîn Kiliç