Dayikên Girtiyan: Bi azadbûna zarokên me hemû roj rojên dayika ne 2020-05-08 09:12:12 AMED - Dayikên Girtiyan derbarê Roja Dayikan diyar kirin ku roja ku zarokên wan azad bûn wê demê hemû roj rojên dayîka ne. Dayikan xwestin ji ber şewba coronayê û Roja Dayikan zarokên wan hemû werin berdan. Her sal, roja yekşema duyemîn a meha Gulanê weke “Roja Dayikan” tê pîrozkirin. Dayikên ku zarokên wan di girtîgehê de xwestin ku zarokên wan werin berdan û bi wî şiklî roja dayika pîroz bikin. Dayikên Girtiyan yên ku sala par Roja Dayikan di grevên birçîbûnê de derbas kirin îsal jî bi xetereya şewba vîrusa coronayê (covîd-19) derbas dikin.    ‘SALEKE NIKARIM BIÇIM HEVDÎTINÊ’   Dayika Ciwan Boltan ê ku 8 salin girtî û niha di Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê de dimîne Nazmiye Boltan diyar kir ku saleke nikare biçe hevdîtina kurê xwe û wiha got: “Nezî heşt sal in di riya girtîgehan de ne. Lê saleke ez ji ber nexweşiyên xwe nikarim biçim hevdîtinê. Zarokên me ji ber me dûr birine. Mirov dixwaze biçe cem zarokên xwe.” Boltan, anî ziman ku bi riya telefonê zarokê wê roja dayika pîroz dike û wiha axivî: “Dema bi telefonê lawê min roja dayika pîroz dike dilê mirov dişewite. Mirov dixwaze di wê navberê de li ba mirov be, hembêz bike. Rewşeke zor e.”   ‘ROJA DAYIKA JI ME RE ZEHMETE’   Boltan, anî ziman ku di roja dayika de lawê wê jê  re wêneyên xwe dişîne û wiha berdewam kir: “Lawê min wêneyan bi nameyekê re dişîne û rewşa min dipirse. Bi nameyê em ê çawa hevdû bibînin û hembêz bikin. Zarokên mirov di dilê mirov de şirîn in. Dema nikarim qala wî bikim. Bavê Ciwanê min 16 salan di girtîgehê de bû min ew di hembêza xwe de xwedî kir. Bizanin ku çi kas di dilê min de şirîn bûn.” Boltan, dest nîşan kir ku ji zarokê wê dûrbûn hesteke zor e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez heta li ser dinyayê bim ez ê têkoşîna lawê xwe bimeşînim, ez paş de namînim. Dixwazin ku girtiyên me jî werin berdan û biçin malên xwe. Roja dayika ji me re pir zehmet e. Mirov zarokê xwe di mala xwe de hembeza xwe de nebîne dê çawa wê rojê hîs bike.”   ‘ROJA DAYIKAN JI MIN RE TUNE YE’   Dayika girtî Mehmet Veysel Ateş ê 6 salin girtî ye û niha di Gîrtîgeha Tîpa D a Amedê de dimîne, Aysel Ateş diyar kir ku 6 salin roja dayika pîroz nekirî ye û wiha got: “Wexta zarokên min yên din roja dayika pîroz dikin ez dibêjim pîroz nekin, birayê we ne li vir e, roja dayikan ji min re tune ye heta ku birayê we were. Dema hêj nehatî girtin li kû derê bûya ji min re diyariyek dişand û roja dayika pîroz dikir. Pişt re sala ku dê were girtin ji min re di qefesê de du çûk anîn. Min got ez ji xwedî kirina wan aciz im te çima anîn. Got dayê çûk sembola azadiyê ye perê xwe vedike û ji xwe re difire. Got dayê ez weke van çûkan girtî me dema ez û hevalên xwe azad bûn. Tu dê van çûkan berdî bêjî  zarokên min azadbûn. Diyariya herî dawî ew bû da min.”    ‘ZAROKÊN ME BILA DI ZINDANAN DE NEMIRIN’   Ateş, grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên sala par ketinê bibîrxist û wiha axivî: “Par zarokên me di greva birçîbûnê de bûn îsal jî ji ber vîrûsê li ber mirinê ne. Vîrus ketiye di nava gelek girtîgehan. Ez dîsa roja dayikan pîroz nakim. Kengî ku lawê min û hevalên wî azad bûn wê demê hemû roj rojên dayîka ne. Di roja dayikan de lawê min ji min wêne dişand. Carekê helbestek ji min re şandi bû.  Bi tirkî bû û wisa bû ‘ji dayîkan dayîka herî hêja, min bi te azadÎ zanî, min bi te re ev jiyan zanî, ez bi te re serbilind im, tu nebûya ez niha li vê derê nedibûma, sekna te ji min re bû mînak, ez bi te serbilind im, roja te ya dayikan pîroz dikim û destên te maç dikim.’” Ateş, xwest ku hemû girtî werin berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Vaye li Girtîgeha Seydîşehîr a Konyayê 15 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye ez bang li dayika dikim rabin em dest bidin hev bila zarokên me di zindanan de nemirin.”