Ji bo girtiyê nexweş Fîlîz serî li sê saziyên pêwendîdar hat xistin 2020-05-08 09:14:35 ÎZMÎR – Ji bo girtiyê nexweş Mehmet Salîh Fîlîz serî li Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê hat dayîn. Mehmet Salîh Fîlîz (23) ê li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşa Îzmîrê tê ragirtin nexweşîna penceşêrê û jana zirav lê geriyaye. Ew jî ji ber vîrûsa koronayê di nava grûpa bi rîsk de cih digire. Fîlîz berê jî di Girtîgeha Pozantiya Edeneyê de maye û şahidiyê ji sosreta tacîz û tecawiza li Girtîgeha Pozantiyê ya di sala 2012’an de kiriye. Fîlîz bi hênceta li MêrsÎnê beşdarî şermezarkirina Komkujiya Pirûsê bûye tê girtin û Dadgeha Mêrsînê 17 sal û mehek û nîv ceza lê dibire.   Fîlîz ji doza xwe ya berê di sala 2015’an de tê berdan û tiştên li Pozantiyê qewimîne ji raya giştî re parve kiribû. Fîlîz ji vê doza niha di hevsê de ye di 18’ê adara 2016’an de tê girtin. Piştî 9 mehan tê berdan. Di 28’ê adara 2018’an de dîsa biryara girtina wê tê derxistin û tê girtin û wî dişînin Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê. Cezayê Fîlîz ji aliyê Dadgeha Herêma Antalya ve di 25’ê gulana 2018’an de tê erêkirin.   WEZARETA DADÊ TALOQKIRINÊ RED DIKE   Fîlîz 4 meh berê ji Antalya sewqî Girtîgeha Tîpa T a Odemîşa Îzmîrê tê kirin. Ji ber nexweşîna wî serî ku ceza were taloqkirin serî li Wezareeta Dadê hat dayîn lê ev daxwaznameya serlêdanê hat redkirin. Fîlîz ê ku bi nexweşînên xetere wek peneşêrê û jana zirav dijî her hefte li malbata xwe diğere û behsa rewşa xwe ya xerab dike. Kekê Fîlîz, Şêxmûs Fîlîz têkildarî rewşa birayê xwe serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê da.   ‘BERPIRSYARÎ YA GIRTÎGEHÊ YE’   Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî têkildarî tenduristiya girtî Salîh Fîlîz serî li Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê da û xwest Fîlîz were berdan. Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek da zanîn ku malbata Fîlîz 3 caran serî li wan daye û wek tê gotin Fîlîz nabin nexweşxaneyê û derman nakin. Çîçek da zanîn ku heke tiştek were serê Fîlîz berpirsiyarî ya rayedaran û rêveberiya girtîgehê ye. Çîçek anî ziman ku Saziya Tiba Edlî (ATK) jî alîgir tevdigerin û ji ber vê yekê jî berdana girtiyan daxwaz nakin û got: “Saziyên Tiba Edlî bi hiqûqa dijminane tevdigerin.”   MA / Rûken Demîr