Girtiyê nexweşîna şîzofren nayê berdan 2020-05-08 09:54:07   EDENE – Girtiyê şizofren Yilmaz Altinok ê bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” hatiye girtin tevî raporên tenduristiyê jî nayê berdan.   Girtiyê şizofren ê rewşa wî giran Yilmaz Altinok li Afyonkarahîsarê bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” di 14’ê nîsanê de hatibû girtin. Altinok ê di heman demê de hemwelatiyê Fransayê ye tevî ku şizofrene jî ji wê rojê ve girtî ye. Parêzerê Altinok, Ozgur Yakût ji bo miwekîlê wî were berdan daxwazname ji Dadgeha Cezayê Silhê ya Încehîsarê re nivîsand. Dadghê bi hênceta “cezayê wî heye” daxwaznameya parêzer red kir. Yakût ji bo îtîraza vê biryarê serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Afyonkarahîsarê da. Parêzer Yakût diyar kir ku tevî ku raporên astengdariyê yên tenduristiyê yên muwekîlê wî hene jî nayê berdan û tevî raporê jî daxwazên wan tên redkirin. Yakût da zanîn ku her diçe nexweşîna miwekîlê wî lê giran dibe û bi pêş ve diçe û xwest miwekîlê wî demildest were berdan.   MA / Hamdullah Kesen