Polîs meşa ji bo Gokçek asteng dikin 2020-05-08 10:09:53 STENBOL - Berê oxirkirina cenazayê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek a ji bo Qeyseriyê, hat xwestin ku li Taxa Gazî meşe bê lidarxistin, lê polis meşê asteng dikin.  Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek duh di roja 323’yemîn a rojiya mirinê de li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Berî oxirkirina cenazeyê Îbrahîm Gokçek a ji bo Qeyseriyê, hat xwestin ku li Taxa Gazî meş bê lidarxistin. Ji ber vê îro polîsan tax dorpêç kirin. Duh cenazeye Gokçek ji morga nexweşxanê hatibû girtin û anîbûn Mala Cemê ya Gaziyê. Polîsan her du ketin û derketinên Mala Cemê bi TOMA’yan girtin.    Polîsan di saetên serê sibê de, ji derveyî komek biçûk û rojnamegeran destur nedan ku kesek bike Mala Cemê. Dayik û bavê Îbrahîm Gokçek ên serê sibê hatin Mala Cemê, polîsan ji bo GBT’ê nasname ji wan xwestin. Ji ber vê rageşî û nîqaş derket. Polîsan li ser bertekên hatin nîşandan, nasnameya dayik û bavê Gokçek di GBT’ê re derbas nekirin.     Girseya li ber Mala Cemê kom bûyî, bi berzkirina dirûşmayan û gotina sirûdan ev helwesta polîsan şermezar kirin. Bendêmayîna bi hêrs a li ber Mala Cemê dewam dike.