Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê hişyariya pêla duyemîn kir 2020-05-08 11:09:52 AMED – Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr diyar kir ku divê her kes hêj li şewbê baldar be û ji bo pêla duyemîn divê her kes hin bêtir baldar be û gavên parastina tenduristiya xelkê were avêtin.   Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr têkildarî qonaxa vîrûsa koronayê (Covîd-19) ku niha gihîştinê ji ajansa me re axivî. Demîr bal kişand ser pêvajoya asayîbûnê û vekirina navendên dan û sitendinê (AVM) û got bi sistiyê re dê seyra vîrûsa koronayê biguhere. Demîr da zanîn ku piştî daxuyaniyên cidîbûna vîrûsa koronayê danaynin holê li ser civakê sistiyek pêk hatiye û ji ber vê yekê jî li derve qelebalixiya însanan pêk tê. Demîr anî ziman ku piştî daxuyaniyên ku hinek şertan sist kirin li derve qelebalixiya însanan mesafeya fizîkî piştguh dikin û maskeyan nadin ber deve û got: “Em dibînin piştî daxuyaniyan, li derve rehetiyek jî pêk tê. Heke kêmbûna şewbê hebe jî bi saya fedekariya xebatkarên tenduristiyê pêk hatiye. Bi rastî jî tune hesibandina vê kedê jî nayê fêmkirin. Hêj tabloyek ku rojê 60-70 însan jiyana xwe ji dest dide li ber çavê me ye. Heke ku em bêjin ‘ev îş qediya’ û sist tevbigerin û vegerin rûtîniya xwe ya berê bi rastî jî xetayek mezin e.”   ‘DIVÊ BI BALDARÎ GAV WERIN AVÊTIN’   Demîr diyar kir ku yek ji cihê herî ku rîska şewbe lê belav bibe AVM ne û divê ku neye ji bîrkirin AVM cihê xetereyê ne û her wiha dê kuaför, berber û her wekî din jî rîskê dide. Demîr da zanîn ku hêj xelk nikare xwe bigihîne maskeyan û sistkirina şertên tevdîran tenduristiya gel tune hesibandin e. Demîr destnîşan kir ku ew di demên herî divê xelk baldar be de derbas dibin û got: “Li dinyayê welatên ku tevdîrina sist kirine, bi ‘pêla duyemîn’ re rûbirû mane. Ji bo ku pêla duyemîn pêk neye divê gavên asayîbûnê bi rastîbînê û li gorî zanistê were avêtin. Divê gavên ku tenduristiya xelkê bê parastin werin avêtin.”